Rêhevala min a delal,
![]() |
| Patrice Lumumba (1925-1961) |
Wana hinek welatî ên me h'erimandin; hinek ên din kirîn; wana ji alî ên xwe da rastî xera kirin û serxwebûna me h'erimandin. Başqe çi dikarim bêjim? Bi emrê serdestan va, wekî mirî an jî sax, azad an jî girtîgehê de şexsê min negirînge. Tiştê girîng Kongoyê, gelê me ê belengaz ku serxwebûna wan xistine qefesekê, hinek mirov devra va li gelê me dinhêrin, car carna bi dilovanîya xêrxwazî ê, car carna jî bi kêf û şaî ê. Lê bawerîya min nayê hejandin. Ez dizanim û nava dilê xwe ê dil da, ku zû an jî dereng gelê min ê xwe ji hemû dijminên xwe ê bêyanî û navxweî xilaz bike, ku ewnê bi tifaqî serê xwe bilind bikin û ji şerm û hilweşandina serdestan re bêjin na û di ronahîya rojê de rûmeta xwe bi dest bixin.
![]() |
| Pauline Lumumba (1937-2014) |
Ne êrîşên hovane, ne kirinên zalimî, ne jî îşkence tu cara ji bo rihmê min nade lava kirinê, ku ez dixwazim bi serê xwe ê bilind va bimirim, di bawerîya min nehejandî ê, û bi bawerîya mina herî mezin li qedera welatê min heye li şûna bindestî ê û şermezarkirinê em ê prensîb ên pîrozî jîyan bikin. Dîrokê rojekê bêje; ew ê nebe dîroka ku li Netewe ên Yekbûyî, Waşîngton û Parîs, an jî Brukselê tên hîn kirin, lêbelê, lê dîrok ên li welat ên xwe ji serdestan û kuçik ên wan hilazkirî were hîn kirin. Efrîqa ê dîrok'a xwe binvîse û herd jî, li bakur û li başûrê Sahara ê yê bibe dirokekê bi hûrmet û rûmet.
Ji bo min negrî rêhavala min. Ez dizanim ku welatê min, niha pir diêşin, 'yê b'karibe serxwebûn û azadîya xwe biparêze. Her bijî Kongo! Her bijî Efrîqa!
Kara, S. (2022). Cobalt Red: How the Blood of the Congo Powers Our Lives. St. Martin's Press. Canan Williams li Inglizîyê wegerandîye li ser Kurmancîyê. https://historicalmenwomenplaces.blogspot.com/2023/10/the-final-letter-from-patrice-lumumba.html

