Saturday, February 21, 2026

Dîrokî: Halê John Faucettê, K'alkê Alexander Hamiltonê

Alexander Hamilton (1755-1804)

Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi rengekê nerind va tên naskirin. Ser derbarê bav û k'alên Hamiltonê zêde tiştekê em nizanin.  Piç'e agahên di derbarê John Faucette da hene, cîya bavê Hamiltonê, ji Hamiltonê tê. Hamilton pesna dide kalikê xwe da. Hamilton got, kalikê min Hugunatê Fransê bû û tixtor bû. 

Hamilton tu carî behsa malbavana xwe û li zaroktîya xwe li Nevîsê û St. Kitsê nedikir. Bi rastî, sedemên wî yê rind hebûn ku jîyana xwe yê li Nevîsê û St. Kitsê veşêre. Kalikê wî, John, 10 sal an pêşîya Hamilton hate dinê mir. Kesek tiştekê li ser derbarê bav û kalik ên John û jîyana wî li Fransê nizanê. Hinek tevlihev dikin li ku hatîye dinê û li ku mezin bûye. Lê hinek dibêjin li 1680anda li Saintonge, padşahîye Fransê hatîye dinê. Belkî li sala 1683 an jî 1684 jî bibe sala dayîk bûna wî. Heke ewna gotinana rast bin em dikarin eslê John li serrast bikin. Saintoge erdê Santon an bû. Santon an wahtê kevnar da e'şîrekê Galîk bû. Piştî h'eşt sal an Romîyan li ş'erê nav wan û Santon an da serkeftî bûn û li berî serdema hevpar (BSH) 50anda dest dane li ser erdê Santon an. Romîyan hetta 476an hukmê xwe li wir kirin. Li 476an da Frank serkeftî bûn li ş'erên xwe li dijwarê Romîyan da. Ji 476an hetta 888an gelek e'şîrên cûdayên Franka li ser Saintoge hukm kirin. Li nav 888an hetta şoreş ê Fransê li 1799an da li hukumdarê Saintongê li nav Frank û Ingliza da diguhurî. Xwedê zanê gelo çendhev eslê John heye. Belkî Frank bû û belkî Santon bû û belkî inglîz bû û belkî jî Romîyan bû. Evna hinek esl ên hetta îro hilazbûn e. Tiştekê em zanin ew e bitenê eslekê nîne. Eslê wî li tevîhevê xerk ên Ewropîye, litevEwrop. Genetîka wî, barîkî, gellekî Frank û Inglîzîye yan Englo-Saksan. Heke xwîna Romîyan li wî hebe zêde nîne. Li ser genetîka nevîyê wî, Alexander Hamiltonê, em dibêjin John Faucette litevEwrop bû. John çîl bû yan porên wî rengekê vekirî bû û çavên wî bireng bû (hêşîn) û postê wî spî bû.

Gelek qeydibêjin John Fransî xeberdida lêbelê barik'e John Saintongî xeberdida çim li Saintonge meriv an Saintongî xeberdidan. Saintongî û Fransî zimanên meriv ên hev in lê hinekî hev cûdatir in. Digot in Rachel jî Fransî xeberdida lê kesek tim nizane heke Rachel bi rastî Fransî xeberdida. Dibêjin Rachel ji bavê xwe, John, hîn bûye xeberdana Fransî. John Inglîzîye li Nevîsê hîn bû an li Fransê hîn bû? Kesek nizan e. Li 1600anda li Saintonge Ingliz hebûn. Girînge ku em bejin navbavê wî navekê Frank e. Heke Fransî be wî çaxî navê wî Jean bû. Navê wî barîkî li Nevîsê Inglîz an guhurandin e li ser Inglîzí. 

Li 1559anda, hejîneke teze li Saintongê destpê kir û jê ra digotin Kalvanizma Fransê. Ewnên Kalvanîzmê dişopandin wan ra digotin Hugunats. Waxta Jean hate dinê, hema hema sed sal an pêşîye ji Katolîka û Hugunatan hevdixistin. Kesekê Jean li Saintonge tunne li qet cîkî da nehatîye nîşan kirin ku kesê wî heye. Hamilton got kalikê wî li Saintongê derket piştî Fermana Nantesê di 1685an de hat betalkirin. Gava ku Louis XIV di sala 1669an de koçberiya Reformîstan qedexe kir, û dîsa piştî betalkirina Fermanê, Hugunat hewl dan ji Saintonge birevin  an jî bi zorê werne li ser Katolîsîzmê. Di nav sal ên 1685 û 1987an da 100,000ran zêtedir Hugunat an sînor an derbas bûn. Waxta mêr hatin girtin wana dişandin zindana û jinên digirtin dişandin girtîgeh e. Kanal ên derketinê bi baldarî dihatin şopandin. Behr ji berdergehên Bordeaux, La Rochelle, Dieppe û Rouen bi hêsanî dihat derbas bûn, li wir seravê revê dihatin û penaber an dianîn û wan dibirin ber keştîyên Îngilîzî, Hollandî an jî Danîmarkî yên ku li peravê lenger kiribûn. Serav rewîyên fermî zêde nedibirin, mîna keşîşan, gellekê wan rewîyên belangaz bûn û halên wan gelek nerind bû li binê seravê da û gelekên wan dihatin girtin piştî gelek pere didane qaçaxçiyan. Jeanê ciwan an teze kamil bibû an jî nêzîke bîst salî bû waxta ew jî rêket û li Saintongê revî. 

Piştî Saintongê revî, kesek nizan e kîngê, Jean gihîşte girava Nevisê, wê demê da, Nevîs koloniyeke Brîtanyayê bû. Qet sedemek tunne ku meriv bawer bike ku perê Jean hebû waxta hate Nevîsê çim hemû Hugunat ên li Fransê direvîn gelek belangaz bûn. Li 1706an da Fransê Nevîsê dagir kir û li 1720anda, wê demê da bi navê John va dihat naskirin e waxta dagirkirina Nevîsê bi Fransê zirar ên xwe got e dadgeh. Li 1720anda, di qeydên dadgehê de, John wekî sî-şeş salî tê gotin. Heke emrê wî  li 1720anda bi rastî hatîye qeyd kirinê li 1706anda ew bîst-didu salî bû. Divê ewî pêşîya 1706an da gîhîştibû li NevîsêAn salên kamil bûna wî destpê dikir an jî nêzîkî bîst salî bû waxta gihîşte Saintongê. Li gorî serjimariya sala 1708an da, du sal piştî dagirkirina Nevîsê bi Fransê hatîye girtin, John bi didu jinên çîl, kesek nizan e kê ne, û heft bindestîyê xwe va hatîye dîtin. Hinek çavkanî dibêjin ku jina wî ya pêşîye hebûye, ku ev yek ji hêla qeydên fermî va nayê piştgirtin. Bitenê Marryek heye jina John Faucette û di dema vê serjimêriyê de wê ji h'eşt salî mezintir nebû. H'eft bindest ên wî hebin jî, ev hejmara hindika bindest an ji bo birêvebirina bostanê pincara mezin ra pir kêm bû, lê ji bo kesekê teze hatîye Nevîsê ra gelek zêde bû. Ev yek nîşan dide ku ewî hê wekî axayekê mezin nebûye. 

John li Saintogê revî, erdê bav û k'al ên xwe,  ji ber newekheviyên aborîyên ku dibin sedema tundûtûjiyê, hûkmata Katolîk an bi  ş'er û zordarîya gelê wî dikirin navê wê hûkmatê anciént regime bû. Ewî mîna hemû kes ên zordestkirî û dest bi lênêrînê kir. Ewî meriv ên rojavayê Efrîqe dikirî û difirot. Ev xerk ên rojavayên Efrîqe bizorê revandin û anîbûne Nevîsê. Mîna çawa meriv diran ên ajal an binhêre pêşîya kirîna wan ewî diranê merivên rojavayên Efrîqe dikir. Piştî wê evna merivana dibûn mal û milkê xerk ên Ewropê. Tixtorî na; ev a karê John bû. John bi bindestkirina meriv ên rojavayên Efrîqe berdewam kir û dewlemendîya xwe zêde kir. John keçikekê anî û çû cem keçikê barîkî pêşîya kamil bûna keçikê. Keçikê didu zarok an anî paşê John li 21 tebaxê 1718anda wê keçikê xast û xiste jina xwe da. Jina wî, Marry Uppingham di navbera yanzdeh û/an jî h'ejdeh salî bû û John an sî-û-çar an jî sî-û-h'eşt salî bû. Nav herdan da an şanzdeh û an jî bîst sal hebûye. Kesek bi rastî nizan e çend sal an Marry cem John bû pêşîya dewata wan. Lê çar sal pêşîya dewata wan nixurîya wan hatîye dinê. Marry Inglîz bû û belangaz bû û malbavana wê jî tunne bû barîkî. Anegorî pirtûka Ron Chernowê 2004an  nîvîsîye k'ure wî, John û keça wî, Ann pêşîya dewata wan li 1718anda hatine dinê.  Nixurîya wan, Ann li 1714anda hatîye dinê û du meh pêşîya dexata wan k'urê wan, John hatîye dinê. Piştî dexata wan pênc zarokên wan ên dinê jî bû ne û yekê wan pêncan cîya Alexander Hamiltonê, Rachel bû. Rachel li 1729anda hatîye dinê. Jiyan li Nevîsê gelek zor bû û ji h'eft zarokên wan pênc zarokên wan mirin bitenê Ann û Rachel man.  Ew gelek zor bûye ji wan ra. Emrê John gelekê emrê Marryê mezintir bûye. Dibêjin an Marry li 1700 an jî 1707anda hatîye dinê. Heke em bêjin 1700 emrê wê ya rastîye, Marrya qijik belkî kamil bibû belkî kamil nebibû waxta John çûbû cem Marry. Waxta Ann hatibû dinê da Marry çardeh salî hebû û tunne bû û John nêzîkî çil salî bû. Waxta Marry gihîşte çil salî, edî nedixwast li cem John bimîne. Xwe ji John da berdan û qet tiştek li wî nestand. 

John xwînxwar bû û erdê merîv ên Nevîsê dizî û berbi çîyayên başûrê Nevisê xanîk'e wî hebû. Paşê erdê wî ye pincar avîtî bû û hema hema heft bindestîyê wî hebû. Li giravekê mîna Nevîsê, gelek nexweşîye bêçare hebûn û meriv nexweşîyê diketin û dimirin. Ji ber vê yekê neçar bû ku aborîyê vanê xirav bû. Di sala 1737an da, Nevis girîngiya xwe wunda kir û koçberiyeke mezin çêbû. Di sala 1737an da, Ann, mêrekê dewlemend ê bi navê James Lytton ra mêr kiribû, bi mêrê xwe va çû St. Croix. 

John û Mary li 1740an da hev cihê bûn. John pencî-sisê panota da Mary û Mary ji erd û bindestîyên wî tiştekê hilneda. Pênc salan şûnda John li 1745enda mir. Piştî mirina xwe wî mîrata xwe tima ji Rachel ra hîşt. Rachel kîza wî ye piçûk û malda bû û dayîka Alexander Hamiltonê ye. Mîrata bavê wê, ji wê ra hîşt, alîkarîye wê kir ku xwe ra mêrekê bibîne û bik'e. Rachel bi Cuyêkê Separdî va mêr kir. Navê wî Johann Micheal Lavien bû. 

Em nizanin, ji bo çi John qet tiştek ji Ann ra nehişt. Ann nixwurîyê wî bû lê wehta Ann hatibû dinê m'era John û Mary hê girêdayî nebû. John wehta mir, an şêst an jî  şêst-penc salî bû. Em bawer dikin John li emrê mezin û k'albûnê mir. Li giravekê mîna Nevîsê nexweşîye giran hebûn. Meriv dikare bêje ku mêrekê k'al û bexwîn nexweş ket û mir.  sedem ên mirina mirov an li ser giravê, malarya, dîzenteri, û ​​tayê wek nexweşiyên din bi nav û deng bûn. Kes nizan e gelo Rachel wehta bavê wê mir li cem dijî an na. Rachel şanzdeh salî bû. Ann jina James Lyttonê bû û li St. Croixê dijîya. Hinek dibêjin belkî Rachel cem cîya xwe bû piştî cihê bûna herduyan li 1740anda. 

Rachel li ser mîrata John va îdara xwe kir. Lê belê, John merivekê çi torî bû? John dest davîte zarokekê kîzîn. Mary Uppingham hê pakîtîkî kamil nebûbû wehta serê xwe danî û Ann anî dinê da. Kes nizan e li çend sal an ewî dest avîte Ann da şîya m'er girêdana wan. Paşê ewî ji Maryê cihê bû. Kes nizane heke ewî dest avîte jin an jî zarokên dinê lê barike wî dest avît. 

Qaşka bi xwe li zorbetîyê direvîya, hat li Nevîsê û merivên herkên Rojavayê Efriqe revandî bindest kir û ser zordestîyê van dewlemend bû. Serdest ên li Nevîsê li ser zorbetî, kutan û lêdanê bindestîye xwe va dihatin zanîn. John Facuette jî yê dinên çêtir nebû. Ewî heft bindestîyan kirî bû û karê wî ew bû ku diranên bindestan li bazarê dinhêrî ku wehta ewna dihatin firotin. Li vî gorî John li dewlemend dibû. 

Me pêşîye jî got, Alexander Hamilton, k'alikê xwe ye John qet nedît. Lê wî xera mîrata kalikê xwe zartî û kamiltîye xwe da dît. Her çend John qet Alexander Hamilton nedît jî, dîroka John, şêwaza jiyana wî, kiryarên wî û hwd., ew mêrî Alexander Hamilton bû li ser ku tevahiya jiyana xwe ji bo wê têkoşiya kalikê xwe.

Chernow, R. (2004) Alexander Hamilton. Penguin Books

Geni. https://www.geni.com/people/Dr-John-Faucett/6000000000984453012

Hendrickson, J. T. (1981) The Rise and Fall of Alexander Hamilton. Dodd, Mead

Newton, Michael E. Discovering Hamilton (2017, December 11) . https://discoveringhamilton.com/john-faucett-deposition-nevis-invasion-1706/

The Huguenots Refugees https://museeprotestant.org/en/notice/the-huguenot-refuge/?parc=56944

 

Sunday, January 25, 2026

Nivîsandina Sîyasî: Federalîst 4

 Eyne Mijar Berdewam Dik'e: Li ser Xetereyên Ji Hêz û Bandora Biyanî

Ji Gelên Herema New Yorkê re:

Kaxiza MINA DAWÎ gelek sedeman nîşan kir ji bo çi ewlehîya gel dê herî baş ji hêla yekîtî ê ve were parastin li hember metirsî ên ku pê re dibe bi sedem ên dadmend ji bo ş'er didin neteweyên din ê; û ewn sedem an nîşan dikin ku sedem ên waha netenê kêm kêm bên dayîn, lê di heman demê de dê hêsantir were bicîh kirin, bi alî ê hukmatek'e netewî ve bi hêla hukmat ên eşîr an an jî konfederasyon ên piçûkên pêşniyarkirî çetir be. 

John Jay (1745-1829)
Lê ewlekarîya gelê Emrîkê li hember metirsî ên hêza BIYANÎ netenê girêdayî ê li ser  sedemên wanên DADMEND bidin neteweyên din ji bo şer, lê yek jî li ser di rewşeke wusa de bicîh kirina wan û berdewam kirina wan ku GAZÎ neyartî ê û heqeretê nekin; Ji ber ku nelazime ku were dîtin ku sedem ên ş'er ên KESTÎKA û him jî dadmend hene.

Ew pir rast e, her çiqas ji bûyîna mirov an re şerm be jî, ku neteweyên bi giştî dê kîngê qey bejin ku tiştekî dest ên wan keve yê şer bikin; na, dema ku tiştek dest ên gelê wan nakevin jî padşah pir caran yê ş'er bikin ji bo armanc ên xwe û tişt ên bitenê şexsî ra û wek tîbûna rûmeta leşkerîyê, heyfhildana xwe ji bo neheqî ên şexsîyê û ji bo xîret e û kirin ên taybet ji bo mezinkirina xwe û piştgirîya malbat ên xwe û an jî partîzan ên taybetî bikin. Ev û gelek armanc ên din, ku tenê li ser hişê serwer bandor dike, gelek caran wî dihêlin ku tev li ş'er ên nepîrozkirî bibe û bêdadmendî an jî bêdengî û an jî bêberjewandîya gelê xwe. Lê, serbixwe ji van teşwîq ên ş'er, ku di padşahîyan de zêde ne, lê heq dik'e ku em bala xwe bidinê, hinekên din hene ku bi qasî padşah an bandorên wan li ser mirov an hebin; û hinekên ji wan dê li ser lekolîne derkevin ji rewşên me yên nisbî.

Bi Frans û bi Brîtanyayê ra em di masîgiriyê de hevrik in, û em dikarin bazarên wan ji wan erzantir peyda bikin, tevî hewldan ên pêşîlêgirtina wê bi komîsyonê xwe an erkên li ser masiyên biyanî.

Bi wan re û bigelek ên neteweyên din ên Ewropê re em di navîgasyonê de hevrik in û bazirganiya hilgirtinê û em ê xwe bixapînin heke em bifikirin ku yek ji wan wê bi geşbûna me şa bibe; Ji bo, ji ber ku bazirganiya hilgirtina me nikare zêde bibe, hetta ku hinekî ji ya wan kêm neke, betir berjewendîya wan e,û dê betir kaîde wan be, bipêşxistinê wê zêdetir pêşîya wê bigrin.

Li bazirganîya Çîn û Hindistanê de, em tevî şixul ên neteweyekê zêdetir dibin, ji ber ku ew dihêle ku em beşdarî berjewendîyan bibinîn ku wan birengekî yekdestdar kirine, û ji ber ku em bi vî awayî ji xwe re kelûpelan peyda dikin ku me berê wan kelûpelan ji wan dikirin. 

Berfirehkirina bazirganiya me di keştî ên me de kêfê nade tu neteweyan yêk ku li ser vê parzemînê an jî li nêzî vê parzemînê xweyi herêm an bin ji ber ku erzanbûn û antîkebûna berhemên me, li rewşa derdorê zêde kirin, û pargîdanî û navnîşana bazirganên me û ajo an dê li avantaj an de pareke mezintir bide me ku ji daxwazan pêk tê an jî kaîdê serwerên wan betirtir ewna herêm an dikarin îdara xwe bikin.

Spanîa difikire hêsan e ku ji alîyekî ve Mississippi li hember me were girtin û Brîtanya ji aliyê din ve me ji Saint Lawrence derdixe; her yek ji wan jî destûrê nade av ên dinê ku di navbera wan de ne û em bibin di wateye têkilîya hev û trafîkê. 

Ji van û wekî van nêrînan, ku dibe, heke biaqilmendî ê re hevaheng be, betir were zêdekirin û berfirehtir be, hêsan e ku mirov dexesî an bibîne û ku nexweşî dibe hêdîka di hiş de cîh digre û kabîneyên neteweyên din, û ku me nayê xwestin ku divê ew pêşveçûna me ya di yekîtiyê de binirxînin, li desthilatdarî ê de û encam ji hêla erdê ve û bi behrê, bi çavekê xemsarî û aram. 

Gelê Emrîke haj hene ku teşwîk ên ş'er ji van rewşan derkevin, him jî hinek ên dinê yê nezanî ku kê gave ku teşwîqên waha dikarin wextê rind bibînin û fesal ji bo kirinên kestîka boyax'ke û wan rewa bikin dê nexwazin. Aqilmendî, ji ber vê yekê, ew yekîtiyê dihesibînin û hukmateke neteweyî ya baş wek ku pêwîst be danîn û wan di REWŞEK WAHA de bihêlin, li şûna GAZÎ KIRINA şer, dê meyle bitepisîne û bêguman'ke. Ew rewş di rewşa herî baş a parastinê de pêk tê, û pêwîstî bi hukmatê ve girêdayî e, çek an, û çavkanî ên welatê. 

Ji ber ku ewlehîya giştî, berjewendiya giştî ye, û bêhukmat nayê dayîn,  an yek an zêdetir an jî gelek, bila em bipirsin gelo yek hukmatek'e baş nîne, li gorî tiştê di pirsê de, ji her jimareyek din ên diyarkirî jêhatîtir in. 

Hukmatek dikare kom bike, û xwe ji behremendî an bi kar bîne, û ceribandina mirov ên herî jêhatî, li kîjan beşê Yekîtiyê dibe bila bibe. Dikare li ser prensîb ên yekreng ên kaîde tevbigere. Ew dikare hevrêz bike, esil wunda kirin, û parastina çend beşan, û endam ên, û berjewendîya pêşbînîya wê dirêj bike, û tewder ên her yek. Li avakirina peymanan de, ew ê berjewendîya giştî bigre ber çavan, û berjewendî ên taybetî yên parçeyan ku bi ya giştî ve girêdayî ne. Ew dikare çavkanî an bicîh bîne û hêza giştî ji bo parastina beşek taybetî, û ew hêsantir û bi lez hukmatê êl an zêdetir e an jî konfederasyonên cuda belkî dikarin bikin, ji bo daxwaza tifaq û yekitîya pergalê. Ew dikare mîlîtana di bin yek planek dîsîplînê de bi cîh bike, û, bi danîna efserên xwe di rêzek rast a bindestî ê de ji Serdozgerî ê re, wê, weke ku bûya, wê wan di nava yek korsekê de bike yek û bi vî awayî wan ji ya ku di sêzdeh de hatine dabeş kirin bikêrtir dike an di nav sê an çar pargîdaniyên serbixwe yên cihêreng de. 

Mîlîtan ên Brîtanyayê çi bibin heke mîlîtan ên Inglîz a guh bidin hukmata Inglîz,  heke mîlîtan ên Skoçyayê guh da hukmata Skotlandê, heke mîlîtan ên Welsî guh bidin hukmata Wels? Bifikirin ku dagirkerîyek; dê wan sê hukmat an (heke ew bi tevahî razî bûn) karin, bi hemû hêzên xwe, ku li dijî dijmin bi qasî ku hukmata yekane ya Brîtanya Mezin dê bi bandor tevbigerin? 

Me li ser deryayî ên Brîtanyayê gelek tişt an bihîst, û dibe ku dem were, eger em aqilmend bin, dema ku arteş ên Emrîkê dikarin amadebin. Lê heke yek hukmatek neteweyî, seyr û sefera Brîtanyayê bi vî awayî rêkûpêk nekiribû ji bo ku wê bikin zarokxaneyek ji bo deryavanan-ger yek hukmatek neteweyî hemî rêyên neteweyî neanîbûya û  ji bo tişt ên avakirina deryayî an, hêza wan û birûskê wan qet nehata pîroz kirin. Bila Înglîstan xwedî seyr û sefera û deryayî xwe be- bila Skoçya xwedî seyr û sefera û deryayî xwe be- bila Wels xwedî seyr û sefera û deryayî xwe be- bila Îrlanda xwedî seyr û sefera û deryayî xwe be- bila her çar parçe ên pêkhêner ên padşahî ên Brîtanîyayê di bin çar hukmat ên serbixwe de bin, û hêsan e ku meriv têbigihîje ka ewnê çiqas zû têkevin di nav bêrengîya hilavîtinê de kêm bibe.

Van rastiyan ji bo doza me bi kar bînin. Emrîkê parçê sexdêh an jî heke hûn dixwazin, têxin sisê an jî çar hukmat ên serbixwe--çi artêş an û pera dikarin rakin, --çi deyayî an ewna dikarin hêvî bikin ku yên wan hebin. Heke êrîşî yekî kirin, ma yê din dê ji bo alîkarîya wê bifirin werin û xwîna xwe bidin, û pere ji bo parastina wê de? Ma dê medirsîyek tunne ku bi sond ên wê yên berbiçav ve bêalî bibin, an jî bi evînek pir mezin ji bo aşitî ê hatine xapandin ku aramîya wan têk bibe û ewlehîya heyî ji bo xatrê cînar an, yêk belkî dexesîya wan kirine, û ew bi kêmbûna girîngîya wan yêk şa bin? Her çend reftarek waha aqilmend nebe jî, yê bibe, lêbelê, bixweyî. Dîroka hukmat ên Grek an, û yên welat ên din, bimînak ên waha pir ve tijî e, û bûyîna wê tunne ku mîna tişt ên ku gelek caran dibin, di bin şert û merc ên wekhev de, dîsa bibe.

Lê rast'e rast bêjin ku dibe ku ew amade bin ku alîkarîya hukmat ên dagirker an jî konfederalîzmê bikin. Çawa û kîngê û bi çi rêjeyê alîkarî ên mêran yê bikin û perê wan têrê bike? Kê dê serokdarîya artêş ên hevalbendan bike, û ewî ji kê emrê xwe hilde? Kê dê şert ên aştî ê çareser bike, û di dema ku hevneyên dê kîjan hakim di navbera wan de biryarê bide û wan mecbûr bike ku guh bidinê. Gelek zehmet ên cûda û neh'eretî an dê ji rewşek waha de nayê veqetandin; lê hukmatek, guh bide berjewandîya giştî û hevre û tevkirî û rêvebirina hêz an çavkaniyên giştî, dê ji van hemî şermezarî an azad bibe, û ji bo ewlekarîya mirov an pir zêde dibe alîkar. 

Lê rewşa me çi dibe bila bibe, gelo di bin yek hukmatek neteweyî de yekgirtî be an jî di parçe bibin çendhev konfederasyon an,  bêşik ew e, ku neteweyîyên biyanî yê bizanibin, û yê wêkî serrast bibînin; û ewnê li ser wê gorî kirinê xwe bikin. Heke ew bibînin ku hukmata me ya neteweyî bikêrhatî û baş tê rêvebirin, bazirganîya me bi hişyarî tê rêvebirin, milîtan ên me bi rêkûpêk kirin û bidîsîplîn, çavkanî û darayîyên me bi baldarî têne rêvebirin, kredîya me jî dîsa were avakirinê, mirov ên me azad û şa û yek, ewnê ji bo dilnexwazîye zêdetir xurtkirina dostanîya me hê bêtir dildar bin. Heke, alîkîva, ewna me ji hukmatek'e bibandor bêpar bibînin (her êlek rast an jî xelet dike, ji ber ku ji serwerekê ji bo rehetî), an jî têxin sisê an jî çar êl ên serbixwe, û dibe ku komar ên dilnexwas an jî konfederasyon ên, yekî ku ber bi Brîtanyayê ve diçe, yekî din ber bi Fransayê ve, û yê sisîyan jî ji Spanîa ê re, û dibe ku ji hêla sisê an ve li hember hev wan ve bilîzîn, çawa jar, çi şikleke dê Emrîke were ber çavên wan de! Ewê çiqas berpirsiyar be netenê ji bo şermezarkirina wan, lêbelê ji ser hêrsa wan, û çiqas zû dê ezmûna delal bikire ku gava mirovek, an jî malbatekê bêtifaq, hema wusa dibin dijwarê hev. 
 
PUBLIUS 
 

Jay, J. (1787, November 7) Fedealist 4. The Independent Journal. https://historicalmenwomenplaces.blogspot.com/2023/09/federalist-no-4-author-john-jay.html

Saturday, January 24, 2026

Dersa Kurmancî 2- Ab Çîye?

Taxima Tebax an

Îro ez ê peyvekê ji ferhenga Celadet E'lî Bedîrxanê (CEB) binhêrim. Bi rastî em ê vê peyvê tevahî hîn bin çim min xwe hetta niha nebîhîstîye. We bîhîstibe ji bo kerema xwe mînakekê an jî hinek mînak an bidin ku ez jî hîn bim. 

  ab  آب                                                                                Li ferheng dibêje ab- tebax e   Li ferheng dibêje

Celadet E'lî Bedîrxan (1893-1951)
 Li Serhadê em li firakên tê da nan dixwin, wana ra dibêjin tebax. Lê ez nizanim heke tebaxa Celadet E'lî Bedirxanê firak'e an jî meh e. Meha h'eştan ra jî dibêjin Tebax. Ez bawer nakim ev ab tê wateya meha h'eştan. Belkî li cîyekî Kurdistanê tebaxa ra dibêjin ab  an jî berê digot in lê min qet cîyekî nexwandîye û tu ferhengekê din da nedîtîye. 

آب - Ab Farsî da heye û m'ena wî av e. Wateya vî ab ê Celadet Bedîrxanê lê av nîne. 

Ez nikarim mînak an bidim li vî peyvê û ez bawer nakim bi rastî Kurmancî m'enekê wî heye.  

Heke hinek dizanin ab çîye, ji min ra binvîsîn. 

Ji ber vê yekî, ez li ab ê li Kurmancîyê da naxebitînîm. Celadet E'lî Bedîrxan gelek ziman an dizani bû. Gelo li zimanekê dinê bîhîst û xist nava Kurmancîyê?

Hun çi dibêjin? 

Bedîrxan, C. A. (2009) Ferheng. Avesta  

Dersa Kurmancî 1: Dîrok û M'ene û Bihevra Bûna Tîpa A. Xeysetê Mirov an. https://zimanemekurdan.blogspot.com/2024/06/dirok-u-mene-u-bihevra-buna-tip-aa-bi.html

Sunday, December 14, 2025

Lênerînî: Ji Bo Nivîsandina an Jî Bersivdayîna Elektronîkî Herî Baş ji Dê û Bavê Din ra

Li gorî rewşa dadmendîyê jin û mêran, li Dewletên Yekbûyên û li seranserê cîhanê, piraniya têkiliyan ji hev cihê dibin u vediqetîn û an jî hevberdidin. Dema ku dor tê ser dê û bavtîya hevbeş a zarok an, hinek jin û mêr ji yêdin ên çêtir in.  Di rêzekê nameyanda, ez ê nameyên di navbera jin û mêrekê berê nîşan bikim. Ji vî jin û mêrê tê hêvîkirin ku tevayî ji xwedî herdu zarok ên xwe derkevin. Herdik jî li Dewletên Yekbûyên Emrîke ne. Evna nameyana li ser nameyên rastî werin nîvîsandin û li ser bingeha dîroka nivîsî ya têkiliya vê jin û mêr e û belgeyên wan ên dadgehê û nameyên e-nameyê ji serlêdana dadgehê ya bi navê Our Family Wizard (OFW) û e-nameya asayî û peyamên nivîsî, û hwd. Ez ê  ne pişte jinikê ne jî pişta mêrikê bikim. Heke neheqîyek hebe, xwendakar ên bixwe bibînîn û bixwe bikarbin binirxînîn piştî  binhêrin hemû nameyên nav wan herdan. Hêvîdarim, evna nameyana dê ji xwendekar an ra bibe alîkarî ku dema ji dê an jî bavê zarokên xwe ra dinivîsin cavên çêtir bidin. 

Em ê hewl bidin ku analîz bikin ka ev jin û mêr ê berê ji bo berjewendiyên zarokên xwe tiştek rast dikarin bikin an na. Gelo çi bikarbin bicudatî bikin  û an jî di rewşek wekî ya wan da tiştek heye ku bikarbin bicudatî were kirin? 

E-nameya jêrîn fotrafê OFW ye. Ez ê navê bavê zarokan daynim Birêz Jones û cîya zarok an ra jî bejim Xanim Jones û navê wanên rastî nabêjim. Akî dinê, her tiştên dinên rast in.

Di dema vê e-nameyê de, Br. Jones mêrekî 63 salî bû. Li 3ê sibatê 2019da mala xwe bire Almanyayê. Ew di zewaca xwe ya pêncan da bi jineke 30 salî ya ji Fîlîpînê ra bû û ji çar jin ên cuda bavê şeş ​​zarok an bû. Ew bi tevahî dem dixebitî û li Eyaleta Maryland xweyîyê xaniyê bû. Xm Jones jinek'e 38 salî bû û ji Hazîrana 2018an vir da li Virjînyayê dijîya. Piştî berdana xwe ji Br. Jones, ewê carekê dinê mêr nekir. Ewê tek tenê herd zarok ên xwe mezin dikir. Ew bi tevahî dem dixebitî û xweyîyê xaniyê bû. Lêbelê, nav herdan da Br. Jones bi berdewamî ji Xm Jones zehftir pere qazanc dikir. 

Br. Jones di vê dozê de dozdar bû û Xm. Jones jî bersûc bû. Br. Jones Xm Jones ê da dadgehê li dora Cotmeha 2018an ji bo guhertina lênerînîya û alikirina zarok an û bêrêziya dadgehê. Belgeyên dadgehê negihîştin Xm Jones, ji ber vê yekê ewî di Mijdara 2018an da, demek kurt piştî ku fermana parastinê ya li dijwarê Br. Jones di Tebaxa 2018an de qediya, dîsa doz li wê vekir.

Di dema dadgehê, di rojan berdawam kir, Br. Jones xwast ku dadwêr ferman bide Xm. Jones ku bi rêya e-nameya- OFW va bi Br. Jones ra xeberde. Br. Jones got dadwêr da Xm. Jones naxwaze bi wî ra biaxive, ku eva gotineke xelet nebû. Dadwêr xwastina Br. Jones qebûl kir lê got Br. Jones bixwe xwast ku here li Almanyayê ji ber vê yekê Br. Jones dê berpirsiyar be ku ji bo gihîştina herdu aliyan jî OFW-ê pere wê bide.

Di 29ê Cotmeha 2021an da dadgehê ferman da:

FERMANDAN herdu alî jî dê Close App (an jî Our Family Wizard ("OFW")) bixebitînîn Br. Jones lêçûnên herdu aliyan jî ji bo karanîna sepana OFW) ji bo hemî danûstandinên ne-acîl ên di derbarê zarok an da bide. Herwiha, alî dê "Protokola E-nameyê" ya Ofîsa Xizmetên Dadgeha Malbatê wekî bingehek ji bo danûstandinên xwe di sepanên Close an OFW de bikar bînin. 

Di e-nameya jorîn da, Br. Jones li Xm. Jones agahdar dike ku wî di 1ê Mijdara 2021an de hesabên OFW ji bo herdan vekirye. Br. Jones behsa nûnerekî nenas kir ku dê bi Xm. Jones ra têkilî dayne, lê derbarê awayê ragihandinê an jî navê nûner da tu agahên dinên neda.

Gelo ji bo şandina vê e-nameyê OFW cîhek rast eJi bo çi Br. Jones vê e-nameyê li ser OFW şandina, di demekê de ku ew bi eşkere dizanibû ku Xm. Jones negihîştiye sepana OFW û vê e-nameyê nabîne? Çima li ser e-name dinên an jî peyama nivîskî an jî whatsappê da neşand?

Br. Jones dikare bêje ku Xm. Jones bêje min rehet nahêle û pey min digere. Lêbelê, di e-nameya jorîn da qet tiştek tunne ku wekî 'bêrehetî' were şîrovekirin. Br. Jones dikare destnîşan bike ku dadgeh dibêje ku divê ew ji bo hemî danûstandinên li ser zarokên xwe OFW û OFW wekî bingehek ji bo danûstandinên xwe bikar bînin. Peyva girîng li vir "wek bingehek ji bo danûstandinên wan" e. Ferman bi zelalî dibêje ku divê her danûstandinek li ser zarokên wan li ser OFW be û heke danûstandin ên wan ên din hebin ku zarok ên wan tê da nebin, divê ew ji hev ra binivîsin wekî ku ew li ser OFW danûstandinê dikin. 

Gelo e-nameya jorîn li ser zarok ên wan e û Br. Jones bişandina vê e-nameyê bi rêya OFW çi destxistîye?

1. Min sepana Family Wizard ji bo me herdan kirîBi vê gotinê, wî dixwest nîşan bide ku ew li gorî biryara dadgehê tevdigere.

2. Dibe ku nûnerek di demek nêzîk da bi t'e ra têkilî dayne û hêwerzên li ser çawaniya sazkirina sepanê bide te. Daxuyaniya wî wusa dide xuyakirin ku Br. Jones agahên pêwîst dane nûnerê OFW-ê da ku bi Xm. Jones ra têkilî dayne. Herwiha ev daxuyanî wî ji her berpirsiyariya vekirina hesabê wî dûr dixe. Ew nûnerê OFW ye ku dê pê re têkilî dayne. Ji ber ku heke Xm. Jones berdewam negihîştibe sepanê, ewî dikaribû vê e-nameyê nîşan bike ku bêje ew a berpirsiyariya OFW bû li gorî sevraht bûna wî.

3. Ez bixwe jî hê hîn dibim. Gotina Br. Jones ku hê hîn dibe nîşaneke eşkere ye ku ewî dixwest xwe nîşan bike zêde tiştekî li ser sepanê nizane. Dîsa, ev a rêyekê dinêye ewî ji bo piştgirtina gotina xwe nîşan bike ku berpirsiyariya wî nebû ku gihîştina OFW yê bide Xm. Jones. 

Gelo ev e-name armanca xwe ya mebestkirî bi cîh anî?  Gelo, ev li ser platforma rast hate şandin? Gelo, ev ji bo têkiliya wan a şikestî alîkar bû? Gelo şandina vê e-nameyê jî lazim bû?

Em ê pêşîyê armanca vê e-nameyê daxuyanîkin. Di vê e-nameyê de, armanca Br. Jones ew bû ku Xm. Jonesê agahdar bike ku ewî sepana OFW ji bo herda ra kirî. Lêbelê, ev e-name armanca wî ya taybetî pêk anî jî, ew li ser platforma rast nehat şandin. Ev e-name taybetî ji bo biryara dadgehê bû ku zarok tê da ne beşdar bûn. Ji Br. Jones û Xm. Jones tê xwestin ku bitenê li ser sepana OFW-ê li ser zarok ên xwe danûstandinê bikin. Ev agahdariyê behsa zarokên wan nekir, hewcedariyên zarokan çareser nekir, û ne li ser çalakiyek pêwîst ji bo zarokan bû. Ji ber vê yekê ev ne aîdê vê platformê bû. Sedema dudîyan, ev ne cihê vê platformê bû, ev rastî bû ku Xm. Jones gihîştina wê ya sepanê tunnebû û heta ku gihîştina wê bi dest nekeve, ewê vê e-nameyê nabîne. E-name divê her gav li ser zarokên li ser OFW-ê bin. Ev e-nameya taybetî birêya e-nameya wê ya şexsî (gmail, yahoo, outlook, an jî telefon) ji Xm. Jones ra bihata şandin, ne tenê ji ber ku Xm. Jones gihîştina OFW tunne bû, lê di heman demê de şandina vê e-nameyê li ser OFW ne guncaw bû jî.

Lêbelê li ser platforma xelet hatibe be şandin jî, ev e-nameya nivîsî qet kêmasî ya vê tunne.  Ev him zelal û him jî li ser xalê ye. Heke dê û bavê hev-ra bikaribin û zarokên xwe mezin bikin û bizelalî û rast nîvîsandin gelek gîrîng e, dê û an jî bavê din nikare qet tiştekê bêje. Berîya ku hûn ji dê û bavê din re e-nameyekê binivîsin, armanca e-nameya xwe diyar bikin û dû ra platforma rast hilbijêrin în. Gelo e-name li ser zarokane, an li ser pirsgirêkekê dinê ya li navbera dê û bav da ye? Heke li ser zarokan be, OFW bixebitînin. Heke li ser tiştekî din be, platformên din bi kar bînin. 

Ji kerema xwe ji min ra bêjin, heke we OFW xebitandibe. Gelo e-nameyên we ji bo armancekê taybetî xizmet dikirin?


 

Thursday, November 27, 2025

Helbest: Bilbilbil

 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Biêş e, bi min ra biêş e, êşa min bizan be, dilê min bizan be,

Sedemê bide min da, bi zelalî li min bihîs e,

Dilê min kûr diêş e,

Ez wunda bûme, qet tiştek nizanim

Gelo dikarî alîkarîya qîrîna min bikî? Nizanim çi bikim.

 

Reftarên bi rûmet xuya dikî, lê tu merivekê nebaş î, 

Tu nebaşîyê xwe zahf rind vedişêrî,

T'e hema hema ez xapand im,

Na! na! na! newir ha şunda!

 

T'e vir kirin û rikê xwe kuta min wexta te min hez dikir,

Tu tu carî merivekê serrast nînî,

Anotîkê, tu anotîkê!

Pesna nede bêhişî ya xwe,

Seksîn jin ên dine, mêrtî nîne,

T'e nak'e merxas da

Anotîkê, tu anotîkê  


Williams, C. (Jan 24, 2014) Bilabilabila. Canan Williams li Inglizîyê wegerandîye li ser Kurmancîyê

https://historicalmenwomenplaces.blogspot.com/2025/10/lalalala.html

Dersa Tirkî 1: Tîpa Aa

Aa tîpa alfaba Tirkî ya herî pêşîn e. A an bi tîpa mezin an jî bi tîpa piçuk a va tê nîvîsandin ji gorê hevokê da tê hebitandin.

Mînak an:

Ak sakal- Rîyê spî

Ali ata bak. - E'lî hespê binhêre.

Hebitandina duduyan jî ji bo tîpa Aa li Tirkî yê dilsojî ye: qîrîn, matmayîn, bîranîn, kêfxweşî, dilovanî, xemgînî, hêrs, û hwd. 

Mînak an:

A, öyle mi, hiç bahsetmemiştin - Pî, tu Xwedê, t'e qet behs nekir. 

A hiç haberim olmadı bu olanlardan - Pî, qet xebera min wan tiştên bûyî tunne bû. 

A neden  boşanmış? Pî, çima mêrê wê wênê berdaye?

Canım a hanım kızım! Niçin böyle kendini üzüyorsun? Pî, delala min tu çima ber xwe dikevi?

kızlar aklıma iyi bir fikir geldi. Pî kizno, tiştêk hate h'işê min. 

A Hamdi Bey sizi gördüğüme çok sevindim. Pî, Hamdî beg min te dît û zefh kêfxweş bûm.

Aa 

 


Saturday, October 4, 2025

Dersa Inglîzî 1: Tîpa Aa

Aa tîpa alfaba Ingilîzî a herî pêşîn e. A an bi tîpa mezin an jî bi tîpa piçuk a va tê nîvîsandin ji gorê hevokê da tê hebitandin.  

Mînak an:

Apple - Sêv

Separate -veqetandin

Aa

Hebitandina duduyan jî ji bo tîpa Aa, waxta xwendekar an nirxek pola xebata wekî bilindtir distînîn ji wê ra dibejîn A.

Pêşîya 1900an hemû dibistanan  pîvandina nirxên xwendekar an ji xwe va bixwe dikirin. Di sala 1900dan de, biperwerdehiya mecbûrî ya K-12da dest pê kir, pêdivî bû ku pîvanbûn were standard kirin, û di sal ên 1940an da, pergala pîvandinê ya A hetta F  desket. Ligel du pergalên din ên ku dê di axirîye da bi wê ra werin yek kirin" derket holê: pîvana 4.0 û pergala ji sedî 100.

Mînak an:

Jimmy received an A in science. - Jimmy A di zanistiyê da hilda.

Allen didn’t get an A in math. -  Allen di matematîkê de A hilneda.

A ji bo pîvana xwendakaran hercar bi A ya mezin va tê nîvîsandin.

Hala axirîye da, Aa jî tê wateya gotara nebinavkirî. Gotara nebinavkirî çî ye? Gotara nebinavkirî di inglîzî da diyarker- a û an e. Mena wê ewe ku mirovek be jî û an jî tiştek be jî, meriv nizanê kê ye an jî çîye. 

Aa ji bo nîşankirina kesên naznekirî tê hebatandin. An yek an jî kesek.

Aa ji bo nîşankirina tiştên nizanbûyî tê hebatandin. Tiştek 

Mînak an: 

There is a man outside. - Mêrek devra ye. 

There is a girl in front of the building.- K'eçikek li ber dêrî ye avayîye ye.

She bought me a book.  - Ewê ji min ra pirtûkek stand.

Government is an art.- Hûkmat hunerek e.

He went to a public school.  Ewî dibistanekê giştî xwend.

Mînakê xwe ji me ra paravekin û binî da binvîsin.


 

Dîrokî: Halê John Faucettê, K'alkê Alexander Hamiltonê

Alexander Hamilton (1755-1804) Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi ren...