![]() |
| Alexander Hamilton (1755-1804) |
Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi rengekê nerind va tên naskirin. Ser derbarê bav û k'alên Hamiltonê zêde tiştekê em nizanin. Piç'e agahên di derbarê John Faucette da hene, cîya bavê Hamiltonê, ji Hamiltonê tê. Hamilton pesna dide kalikê xwe da. Hamilton got, kalikê min Hugunatê Fransê bû û tixtor bû.
Hamilton tu carî behsa malbavana xwe û li zaroktîya xwe li Nevîsê û St. Kitsê nedikir. Bi rastî, sedemên wî yê rind hebûn ku jîyana xwe yê li Nevîsê û St. Kitsê veşêre. Kalikê wî, John, 10 sal an pêşîya Hamilton hate dinê mir. Kesek tiştekê li ser derbarê bav û kalik ên John û jîyana wî li Fransê nizanê. Hinek tevlihev dikin li ku hatîye dinê û li ku mezin bûye. Lê hinek dibêjin li 1680anda li Saintonge, padşahîye Fransê hatîye dinê. Belkî li sala 1683 an jî 1684 jî bibe sala dayîk bûna wî. Heke ewna gotinana rast bin em dikarin eslê John li serrast bikin. Saintoge erdê Santon an bû. Santon an wahtê kevnar da e'şîrekê Galîk bû. Piştî h'eşt sal an Romîyan li ş'erê nav wan û Santon an da serkeftî bûn û li berî serdema hevpar (BSH) 50anda dest dane li ser erdê Santon an. Romîyan hetta 476an hukmê xwe li wir kirin. Li 476an da Frank serkeftî bûn li ş'erên xwe li dijwarê Romîyan da. Ji 476an hetta 888an gelek e'şîrên cûdayên Franka li ser Saintoge hukm kirin. Li nav 888an hetta şoreş ê Fransê li 1799an da li hukumdarê Saintongê li nav Frank û Ingliza da diguhurî. Xwedê zanê gelo çendhev eslê John heye. Belkî Frank bû û belkî Santon bû û belkî inglîz bû û belkî jî Romîyan bû. Evna hinek esl ên hetta îro hilazbûn e. Tiştekê em zanin ew e bitenê eslekê nîne. Eslê wî li tevîhevê xerk ên Ewropîye, litevEwrop. Genetîka wî, barîkî, gellekî Frank û Inglîzîye yan Englo-Saksan. Heke xwîna Romîyan li wî hebe zêde nîne. Li ser genetîka nevîyê wî, Alexander Hamiltonê, em dibêjin John Faucette litevEwrop bû. John çîl bû yan porên wî rengekê vekirî bû û çavên wî bireng bû (hêşîn) û postê wî spî bû.
Gelek qeydibêjin John Fransî xeberdida lêbelê barik'e John Saintongî xeberdida çim li Saintonge meriv an Saintongî xeberdidan. Saintongî û Fransî zimanên meriv ên hev in lê hinekî hev cûdatir in. Digot in Rachel jî Fransî xeberdida lê kesek tim nizane heke Rachel bi rastî Fransî xeberdida. Dibêjin Rachel ji bavê xwe, John, hîn bûye xeberdana Fransî. John Inglîzîye li Nevîsê hîn bû an li Fransê hîn bû? Kesek nizan e. Li 1600anda li Saintonge Ingliz hebûn. Girînge ku em bejin navbavê wî navekê Frank e. Heke Fransî be wî çaxî navê wî Jean bû. Navê wî barîkî li Nevîsê Inglîz an guhurandin e li ser Inglîzí.
Li 1559anda, hejîneke teze li Saintongê destpê kir û jê ra digotin Kalvanizma Fransê. Ewnên Kalvanîzmê dişopandin wan ra digotin Hugunats. Waxta Jean hate dinê, hema hema sed sal an pêşîye ji Katolîka û Hugunatan hevdixistin. Kesekê Jean li Saintonge tunne li qet cîkî da nehatîye nîşan kirin ku kesê wî heye. Hamilton got kalikê wî li Saintongê derket piştî Fermana Nantesê di 1685an de hat betalkirin. Gava ku Louis XIV di sala 1669an de koçberiya Reformîstan qedexe kir, û dîsa piştî betalkirina Fermanê, Hugunat hewl dan ji Saintonge birevin an jî bi zorê werne li ser Katolîsîzmê. Di nav sal ên 1685 û 1987an da 100,000ran zêtedir Hugunat an sînor an derbas bûn. Waxta mêr hatin girtin wana dişandin zindana û jinên digirtin dişandin girtîgeh e. Kanal ên derketinê bi baldarî dihatin şopandin. Behr ji berdergehên Bordeaux, La Rochelle, Dieppe û Rouen bi hêsanî dihat derbas bûn, li wir seravê revê dihatin û penaber an dianîn û wan dibirin ber keştîyên Îngilîzî, Hollandî an jî Danîmarkî yên ku li peravê lenger kiribûn. Serav rewîyên fermî zêde nedibirin, mîna keşîşan, gellekê wan rewîyên belangaz bûn û halên wan gelek nerind bû li binê seravê da û gelekên wan dihatin girtin piştî gelek pere didane qaçaxçiyan. Jeanê ciwan an teze kamil bibû an jî nêzîke bîst salî bû waxta ew jî rêket û li Saintongê revî.
Piştî Saintongê revî, kesek nizan e kîngê, Jean gihîşte girava Nevisê, wê demê da, Nevîs koloniyeke Brîtanyayê bû. Qet sedemek tunne ku meriv bawer bike ku perê Jean hebû waxta hate Nevîsê çim hemû Hugunat ên li Fransê direvîn gelek belangaz bûn. Li 1706an da Fransê Nevîsê dagir kir û li 1720anda, wê demê da bi navê John va dihat naskirin e waxta dagirkirina Nevîsê bi Fransê zirar ên xwe got e dadgeh. Li 1720anda, di qeydên dadgehê de, John wekî sî-şeş salî tê gotin. Heke emrê wî li 1720anda bi rastî hatîye qeyd kirinê li 1706anda ew bîst-didu salî bû. Divê ewî pêşîya 1706an da gîhîştibû li Nevîsê. An salên kamil bûna wî destpê dikir an jî nêzîkî bîst salî bû waxta gihîşte Saintongê. Li gorî serjimariya sala 1708an da, du sal piştî dagirkirina Nevîsê bi Fransê hatîye girtin, John bi didu jinên çîl, kesek nizan e kê ne, û heft bindestîyê xwe va hatîye dîtin. Hinek çavkanî dibêjin ku jina wî ya pêşîye hebûye, ku ev yek ji hêla qeydên fermî va nayê piştgirtin. Bitenê Marryek heye jina John Faucette û di dema vê serjimêriyê de wê ji h'eşt salî mezintir nebû. H'eft bindest ên wî hebin jî, ev hejmara hindika bindest an ji bo birêvebirina bostanê pincara mezin ra pir kêm bû, lê ji bo kesekê teze hatîye Nevîsê ra gelek zêde bû. Ev yek nîşan dide ku ewî hê wekî axayekê mezin nebûye.
John li Saintogê revî, erdê bav û k'al ên xwe, ji ber newekheviyên aborîyên ku dibin sedema tundûtûjiyê, hûkmata Katolîk an bi ş'er û zordarîya gelê wî dikirin navê wê hûkmatê anciént regime bû. Ewî mîna hemû kes ên zordestkirî û dest bi lênêrînê kir. Ewî meriv ên rojavayê Efrîqe dikirî û difirot. Ev xerk ên rojavayên Efrîqe bizorê revandin û anîbûne Nevîsê. Mîna çawa meriv diran ên ajal an binhêre pêşîya kirîna wan ewî diranê merivên rojavayên Efrîqe dikir. Piştî wê evna merivana dibûn mal û milkê xerk ên Ewropê. Tixtorî na; ev a karê John bû. John bi bindestkirina meriv ên rojavayên Efrîqe berdewam kir û dewlemendîya xwe zêde kir. John keçikekê anî û çû cem keçikê barîkî pêşîya kamil bûna keçikê. Keçikê didu zarok an anî paşê John li 21 tebaxê 1718anda wê keçikê xast û xiste jina xwe da. Jina wî, Marry Uppingham di navbera yanzdeh û/an jî h'ejdeh salî bû û John an sî-û-çar an jî sî-û-h'eşt salî bû. Nav herdan da an şanzdeh û an jî bîst sal hebûye. Kesek bi rastî nizan e çend sal an Marry cem John bû pêşîya dewata wan. Lê çar sal pêşîya dewata wan nixurîya wan hatîye dinê. Marry Inglîz bû û belangaz bû û malbavana wê jî tunne bû barîkî. Anegorî pirtûka Ron Chernowê 2004an nîvîsîye k'ure wî, John û keça wî, Ann pêşîya dewata wan li 1718anda hatine dinê. Nixurîya wan, Ann li 1714anda hatîye dinê û du meh pêşîya dexata wan k'urê wan, John hatîye dinê. Piştî dexata wan pênc zarokên wan ên dinê jî bû ne û yekê wan pêncan cîya Alexander Hamiltonê, Rachel bû. Rachel li 1729anda hatîye dinê. Jiyan li Nevîsê gelek zor bû û ji h'eft zarokên wan pênc zarokên wan mirin bitenê Ann û Rachel man. Ew gelek zor bûye ji wan ra. Emrê John gelekê emrê Marryê mezintir bûye. Dibêjin an Marry li 1700 an jî 1707anda hatîye dinê. Heke em bêjin 1700 emrê wê ya rastîye, Marrya qijik belkî kamil bibû belkî kamil nebibû waxta John çûbû cem Marry. Waxta Ann hatibû dinê da Marry çardeh salî hebû û tunne bû û John nêzîkî çil salî bû. Waxta Marry gihîşte çil salî, edî nedixwast li cem John bimîne. Xwe ji John da berdan û qet tiştek li wî nestand.
John xwînxwar bû û erdê merîv ên Nevîsê dizî û berbi çîyayên başûrê Nevisê xanîk'e wî hebû. Paşê erdê wî ye pincar avîtî bû û hema hema heft bindestîyê wî hebû. Li giravekê mîna Nevîsê, gelek nexweşîye bêçare hebûn û meriv nexweşîyê diketin û dimirin. Ji ber vê yekê neçar bû ku aborîyê vanê xirav bû. Di sala 1737an da, Nevis girîngiya xwe wunda kir û koçberiyeke mezin çêbû. Di sala 1737an da, Ann, mêrekê dewlemend ê bi navê James Lytton ra mêr kiribû, bi mêrê xwe va çû St. Croix.
John û Mary li 1740an da hev cihê bûn. John pencî-sisê panota da Mary û Mary ji erd û bindestîyên wî tiştekê hilneda. Pênc salan şûnda John li 1745enda mir. Piştî mirina xwe wî mîrata xwe tima ji Rachel ra hîşt. Rachel kîza wî ye piçûk û malda bû û dayîka Alexander Hamiltonê ye. Mîrata bavê wê, ji wê ra hîşt, alîkarîye wê kir ku xwe ra mêrekê bibîne û bik'e. Rachel bi Cuyêkê Separdî va mêr kir. Navê wî Johann Micheal Lavien bû.
Em nizanin, ji bo çi John qet tiştek ji Ann ra nehişt. Ann nixwurîyê wî bû lê wehta Ann hatibû dinê m'era John û Mary hê girêdayî nebû. John wehta mir, an şêst an jî şêst-penc salî bû. Em bawer dikin John li emrê mezin û k'albûnê mir. Li giravekê mîna Nevîsê nexweşîye giran hebûn. Meriv dikare bêje ku mêrekê k'al û bexwîn nexweş ket û mir. sedem ên mirina mirov an li ser giravê, malarya, dîzenteri, û tayê wek nexweşiyên din bi nav û deng bûn. Kes nizan e gelo Rachel wehta bavê wê mir li cem dijî an na. Rachel şanzdeh salî bû. Ann jina James Lyttonê bû û li St. Croixê dijîya. Hinek dibêjin belkî Rachel cem cîya xwe bû piştî cihê bûna herduyan li 1740anda.
Rachel li ser mîrata John va îdara xwe kir. Lê belê, John merivekê çi torî bû? John dest davîte zarokekê kîzîn. Mary Uppingham hê pakîtîkî kamil nebûbû wehta serê xwe danî û Ann anî dinê da. Kes nizan e li çend sal an ewî dest avîte Ann da pêşîya m'er girêdana wan. Paşê ewî ji Maryê cihê bû. Kes nizane heke ewî dest avîte jin an jî zarokên dinê lê barike wî dest avît.
Qaşka bi xwe li zorbetîyê direvîya, hat li Nevîsê û merivên herkên Rojavayê Efriqe revandî bindest kir û ser zordestîyê van dewlemend bû. Serdest ên li Nevîsê li ser zorbetî, kutan û lêdanê bindestîye xwe va dihatin zanîn. John Facuette jî yê dinên çêtir nebû. Ewî heft bindestîyan kirî bû û karê wî ew bû ku diranên bindestan li bazarê dinhêrî ku wehta ewna dihatin firotin. Li vî gorî John li dewlemend dibû.
Me pêşîye jî got, Alexander Hamilton, k'alikê xwe ye John qet nedît. Lê wî xera mîrata kalikê xwe zartî û kamiltîye xwe da dît. Her çend John qet Alexander Hamilton nedît jî, dîroka John, şêwaza jiyana wî, kiryarên wî û hwd., ew mêrî Alexander Hamilton bû li ser ku tevahiya jiyana xwe ji bo wê têkoşiya kalikê xwe.
Chernow, R. (2004) Alexander Hamilton. Penguin Books
Geni. https://www.geni.com/people/Dr-John-Faucett/6000000000984453012
Hendrickson, J. T. (1981) The Rise and Fall of Alexander Hamilton. Dodd, Mead
Newton, Michael E. Discovering Hamilton (2017, December 11) . https://discoveringhamilton.com/john-faucett-deposition-nevis-invasion-1706/
The Huguenots Refugees https://museeprotestant.org/en/notice/the-huguenot-refuge/?parc=56944
