Sunday, January 25, 2026

Nivîsandina Sîyasî: Federalîst 4

 Eyne Mijar Berdewam Dik'e: Li ser Xetereyên Ji Hêz û Bandora Biyanî

Ji Gelên Herema New Yorkê re:

Kaxiza MINA DAWÎ gelek sedeman nîşan kir ji bo çi ewlehîya gel dê herî baş ji hêla yekîtî ê ve were parastin li hember metirsî ên ku pê re dibe bi sedem ên dadmend ji bo ş'er didin neteweyên din ê; û ewn sedem an nîşan dikin ku sedem ên waha netenê kêm kêm bên dayîn, lê di heman demê de dê hêsantir were bicîh kirin, bi alî ê hukmatek'e netewî ve bi hêla hukmat ên eşîr an an jî konfederasyon ên piçûkên pêşniyarkirî çetir be. 

John Jay (1745-1829)
Lê ewlekarîya gelê Emrîkê li hember metirsî ên hêza BIYANÎ netenê girêdayî ê li ser  sedemên wanên DADMEND bidin neteweyên din ji bo şer, lê yek jî li ser di rewşeke wusa de bicîh kirina wan û berdewam kirina wan ku GAZÎ neyartî ê û heqeretê nekin; Ji ber ku nelazime ku were dîtin ku sedem ên ş'er ên KESTÎKA û him jî dadmend hene.

Ew pir rast e, her çiqas ji bûyîna mirov an re şerm be jî, ku neteweyên bi giştî dê kîngê qey bejin ku tiştekî dest ên wan keve yê şer bikin; na, dema ku tiştek dest ên gelê wan nakevin jî padşah pir caran yê ş'er bikin ji bo armanc ên xwe û tişt ên bitenê şexsî ra û wek tîbûna rûmeta leşkerîyê, heyfhildana xwe ji bo neheqî ên şexsîyê û ji bo xîret e û kirin ên taybet ji bo mezinkirina xwe û piştgirîya malbat ên xwe û an jî partîzan ên taybetî bikin. Ev û gelek armanc ên din, ku tenê li ser hişê serwer bandor dike, gelek caran wî dihêlin ku tev li ş'er ên nepîrozkirî bibe û bêdadmendî an jî bêdengî û an jî bêberjewandîya gelê xwe. Lê, serbixwe ji van teşwîq ên ş'er, ku di padşahîyan de zêde ne, lê heq dik'e ku em bala xwe bidinê, hinekên din hene ku bi qasî padşah an bandorên wan li ser mirov an hebin; û hinekên ji wan dê li ser lekolîne derkevin ji rewşên me yên nisbî.

Bi Frans û bi Brîtanyayê ra em di masîgiriyê de hevrik in, û em dikarin bazarên wan ji wan erzantir peyda bikin, tevî hewldan ên pêşîlêgirtina wê bi komîsyonê xwe an erkên li ser masiyên biyanî.

Bi wan re û bigelek ên neteweyên din ên Ewropê re em di navîgasyonê de hevrik in û bazirganiya hilgirtinê û em ê xwe bixapînin heke em bifikirin ku yek ji wan wê bi geşbûna me şa bibe; Ji bo, ji ber ku bazirganiya hilgirtina me nikare zêde bibe, hetta ku hinekî ji ya wan kêm neke, betir berjewendîya wan e,û dê betir kaîde wan be, bipêşxistinê wê zêdetir pêşîya wê bigrin.

Li bazirganîya Çîn û Hindistanê de, em tevî şixul ên neteweyekê zêdetir dibin, ji ber ku ew dihêle ku em beşdarî berjewendîyan bibinîn ku wan birengekî yekdestdar kirine, û ji ber ku em bi vî awayî ji xwe re kelûpelan peyda dikin ku me berê wan kelûpelan ji wan dikirin. 

Berfirehkirina bazirganiya me di keştî ên me de kêfê nade tu neteweyan yêk ku li ser vê parzemînê an jî li nêzî vê parzemînê xweyi herêm an bin ji ber ku erzanbûn û antîkebûna berhemên me, li rewşa derdorê zêde kirin, û pargîdanî û navnîşana bazirganên me û ajo an dê li avantaj an de pareke mezintir bide me ku ji daxwazan pêk tê an jî kaîdê serwerên wan betirtir ewna herêm an dikarin îdara xwe bikin.

Spanîa difikire hêsan e ku ji alîyekî ve Mississippi li hember me were girtin û Brîtanya ji aliyê din ve me ji Saint Lawrence derdixe; her yek ji wan jî destûrê nade av ên dinê ku di navbera wan de ne û em bibin di wateye têkilîya hev û trafîkê. 

Ji van û wekî van nêrînan, ku dibe, heke biaqilmendî ê re hevaheng be, betir were zêdekirin û berfirehtir be, hêsan e ku mirov dexesî an bibîne û ku nexweşî dibe hêdîka di hiş de cîh digre û kabîneyên neteweyên din, û ku me nayê xwestin ku divê ew pêşveçûna me ya di yekîtiyê de binirxînin, li desthilatdarî ê de û encam ji hêla erdê ve û bi behrê, bi çavekê xemsarî û aram. 

Gelê Emrîke haj hene ku teşwîk ên ş'er ji van rewşan derkevin, him jî hinek ên dinê yê nezanî ku kê gave ku teşwîqên waha dikarin wextê rind bibînin û fesal ji bo kirinên kestîka boyax'ke û wan rewa bikin dê nexwazin. Aqilmendî, ji ber vê yekê, ew yekîtiyê dihesibînin û hukmateke neteweyî ya baş wek ku pêwîst be danîn û wan di REWŞEK WAHA de bihêlin, li şûna GAZÎ KIRINA şer, dê meyle bitepisîne û bêguman'ke. Ew rewş di rewşa herî baş a parastinê de pêk tê, û pêwîstî bi hukmatê ve girêdayî e, çek an, û çavkanî ên welatê. 

Ji ber ku ewlehîya giştî, berjewendiya giştî ye, û bêhukmat nayê dayîn,  an yek an zêdetir an jî gelek, bila em bipirsin gelo yek hukmatek'e baş nîne, li gorî tiştê di pirsê de, ji her jimareyek din ên diyarkirî jêhatîtir in. 

Hukmatek dikare kom bike, û xwe ji behremendî an bi kar bîne, û ceribandina mirov ên herî jêhatî, li kîjan beşê Yekîtiyê dibe bila bibe. Dikare li ser prensîb ên yekreng ên kaîde tevbigere. Ew dikare hevrêz bike, esil wunda kirin, û parastina çend beşan, û endam ên, û berjewendîya pêşbînîya wê dirêj bike, û tewder ên her yek. Li avakirina peymanan de, ew ê berjewendîya giştî bigre ber çavan, û berjewendî ên taybetî yên parçeyan ku bi ya giştî ve girêdayî ne. Ew dikare çavkanî an bicîh bîne û hêza giştî ji bo parastina beşek taybetî, û ew hêsantir û bi lez hukmatê êl an zêdetir e an jî konfederasyonên cuda belkî dikarin bikin, ji bo daxwaza tifaq û yekitîya pergalê. Ew dikare mîlîtana di bin yek planek dîsîplînê de bi cîh bike, û, bi danîna efserên xwe di rêzek rast a bindestî ê de ji Serdozgerî ê re, wê, weke ku bûya, wê wan di nava yek korsekê de bike yek û bi vî awayî wan ji ya ku di sêzdeh de hatine dabeş kirin bikêrtir dike an di nav sê an çar pargîdaniyên serbixwe yên cihêreng de. 

Mîlîtan ên Brîtanyayê çi bibin heke mîlîtan ên Inglîz a guh bidin hukmata Inglîz,  heke mîlîtan ên Skoçyayê guh da hukmata Skotlandê, heke mîlîtan ên Welsî guh bidin hukmata Wels? Bifikirin ku dagirkerîyek; dê wan sê hukmat an (heke ew bi tevahî razî bûn) karin, bi hemû hêzên xwe, ku li dijî dijmin bi qasî ku hukmata yekane ya Brîtanya Mezin dê bi bandor tevbigerin? 

Me li ser deryayî ên Brîtanyayê gelek tişt an bihîst, û dibe ku dem were, eger em aqilmend bin, dema ku arteş ên Emrîkê dikarin amadebin. Lê heke yek hukmatek neteweyî, seyr û sefera Brîtanyayê bi vî awayî rêkûpêk nekiribû ji bo ku wê bikin zarokxaneyek ji bo deryavanan-ger yek hukmatek neteweyî hemî rêyên neteweyî neanîbûya û  ji bo tişt ên avakirina deryayî an, hêza wan û birûskê wan qet nehata pîroz kirin. Bila Înglîstan xwedî seyr û sefera û deryayî xwe be- bila Skoçya xwedî seyr û sefera û deryayî xwe be- bila Wels xwedî seyr û sefera û deryayî xwe be- bila Îrlanda xwedî seyr û sefera û deryayî xwe be- bila her çar parçe ên pêkhêner ên padşahî ên Brîtanîyayê di bin çar hukmat ên serbixwe de bin, û hêsan e ku meriv têbigihîje ka ewnê çiqas zû têkevin di nav bêrengîya hilavîtinê de kêm bibe.

Van rastiyan ji bo doza me bi kar bînin. Emrîkê parçê sexdêh an jî heke hûn dixwazin, têxin sisê an jî çar hukmat ên serbixwe--çi artêş an û pera dikarin rakin, --çi deyayî an ewna dikarin hêvî bikin ku yên wan hebin. Heke êrîşî yekî kirin, ma yê din dê ji bo alîkarîya wê bifirin werin û xwîna xwe bidin, û pere ji bo parastina wê de? Ma dê medirsîyek tunne ku bi sond ên wê yên berbiçav ve bêalî bibin, an jî bi evînek pir mezin ji bo aşitî ê hatine xapandin ku aramîya wan têk bibe û ewlehîya heyî ji bo xatrê cînar an, yêk belkî dexesîya wan kirine, û ew bi kêmbûna girîngîya wan yêk şa bin? Her çend reftarek waha aqilmend nebe jî, yê bibe, lêbelê, bixweyî. Dîroka hukmat ên Grek an, û yên welat ên din, bimînak ên waha pir ve tijî e, û bûyîna wê tunne ku mîna tişt ên ku gelek caran dibin, di bin şert û merc ên wekhev de, dîsa bibe.

Lê rast'e rast bêjin ku dibe ku ew amade bin ku alîkarîya hukmat ên dagirker an jî konfederalîzmê bikin. Çawa û kîngê û bi çi rêjeyê alîkarî ên mêran yê bikin û perê wan têrê bike? Kê dê serokdarîya artêş ên hevalbendan bike, û ewî ji kê emrê xwe hilde? Kê dê şert ên aştî ê çareser bike, û di dema ku hevneyên dê kîjan hakim di navbera wan de biryarê bide û wan mecbûr bike ku guh bidinê. Gelek zehmet ên cûda û neh'eretî an dê ji rewşek waha de nayê veqetandin; lê hukmatek, guh bide berjewandîya giştî û hevre û tevkirî û rêvebirina hêz an çavkaniyên giştî, dê ji van hemî şermezarî an azad bibe, û ji bo ewlekarîya mirov an pir zêde dibe alîkar. 

Lê rewşa me çi dibe bila bibe, gelo di bin yek hukmatek neteweyî de yekgirtî be an jî di parçe bibin çendhev konfederasyon an,  bêşik ew e, ku neteweyîyên biyanî yê bizanibin, û yê wêkî serrast bibînin; û ewnê li ser wê gorî kirinê xwe bikin. Heke ew bibînin ku hukmata me ya neteweyî bikêrhatî û baş tê rêvebirin, bazirganîya me bi hişyarî tê rêvebirin, milîtan ên me bi rêkûpêk kirin û bidîsîplîn, çavkanî û darayîyên me bi baldarî têne rêvebirin, kredîya me jî dîsa were avakirinê, mirov ên me azad û şa û yek, ewnê ji bo dilnexwazîye zêdetir xurtkirina dostanîya me hê bêtir dildar bin. Heke, alîkîva, ewna me ji hukmatek'e bibandor bêpar bibînin (her êlek rast an jî xelet dike, ji ber ku ji serwerekê ji bo rehetî), an jî têxin sisê an jî çar êl ên serbixwe, û dibe ku komar ên dilnexwas an jî konfederasyon ên, yekî ku ber bi Brîtanyayê ve diçe, yekî din ber bi Fransayê ve, û yê sisîyan jî ji Spanîa ê re, û dibe ku ji hêla sisê an ve li hember hev wan ve bilîzîn, çawa jar, çi şikleke dê Emrîke were ber çavên wan de! Ewê çiqas berpirsiyar be netenê ji bo şermezarkirina wan, lêbelê ji ser hêrsa wan, û çiqas zû dê ezmûna delal bikire ku gava mirovek, an jî malbatekê bêtifaq, hema wusa dibin dijwarê hev. 
 
PUBLIUS 
 

Jay, J. (1787, November 7) Fedealist 4. The Independent Journal. https://historicalmenwomenplaces.blogspot.com/2023/09/federalist-no-4-author-john-jay.html

Saturday, January 24, 2026

Dersa Kurmancî 2- Ab Çîye?

Taxima Tebax an

Îro ez ê peyvekê ji ferhenga Celadet E'lî Bedîrxanê (CEB) binhêrim. Bi rastî em ê vê peyvê tevahî hîn bin çim min xwe hetta niha nebîhîstîye. We bîhîstibe ji bo kerema xwe mînakekê an jî hinek mînak an bidin ku ez jî hîn bim. 

  ab  آب                                                                                Li ferheng dibêje ab- tebax e   Li ferheng dibêje

Celadet E'lî Bedîrxan (1893-1951)
 Li Serhadê em li firakên tê da nan dixwin, wana ra dibêjin tebax. Lê ez nizanim heke tebaxa Celadet E'lî Bedirxanê firak'e an jî meh e. Meha h'eştan ra jî dibêjin Tebax. Ez bawer nakim ev ab tê wateya meha h'eştan. Belkî li cîyekî Kurdistanê tebaxa ra dibêjin ab  an jî berê digot in lê min qet cîyekî nexwandîye û tu ferhengekê din da nedîtîye. 

آب - Ab Farsî da heye û m'ena wî av e. Wateya vî ab ê Celadet Bedîrxanê lê av nîne. 

Ez nikarim mînak an bidim li vî peyvê û ez bawer nakim bi rastî Kurmancî m'enekê wî heye.  

Heke hinek dizanin ab çîye, ji min ra binvîsîn. 

Ji ber vê yekî, ez li ab ê li Kurmancîyê da naxebitînîm. Celadet E'lî Bedîrxan gelek ziman an dizani bû. Gelo li zimanekê dinê bîhîst û xist nava Kurmancîyê?

Hun çi dibêjin? 

Bedîrxan, C. A. (2009) Ferheng. Avesta  

Dersa Kurmancî 1: Dîrok û M'ene û Bihevra Bûna Tîpa A. Xeysetê Mirov an. https://zimanemekurdan.blogspot.com/2024/06/dirok-u-mene-u-bihevra-buna-tip-aa-bi.html

Dîrokî: Halê John Faucettê, K'alkê Alexander Hamiltonê

Alexander Hamilton (1755-1804) Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi ren...