Tiştêkê gelek xweş li derbare Dewlet ên Yekbûyên Emrîke ew e di pirtûkxaneyên wan ên bêpere ye. Gelek karûbarên perwerdehiya hêja dide xelk ên xwe. Di jiyana me li Bel Air, Marylandê, me birastî ,pirtûkxana şehrê Bel Air li Harford Countyê gelek hez dikir. Vê pirtûkxanê ji bo zarok ên pêşdibistan gelek kirin ên hemû reng ên cûda peyda dikir, hele li zivistanê wahtê vebijark kêm in bitaybetî ji bo malbat ên mîna malbata mina kêm-meaş ra. Pir xweş bû ji min ra ku cîyek hilber û perwerdehî û ewledar hebû ku ez zarok ên xwe beherim.
Heke herro nebe jî, hema hema herro, demên çîrok bileyîstik û bimuzîkê hebû. Di pirtûkxane da gelek tişt ên pêşkêş bikin hebû; pirtûk, pêlîstok, lego, lêgerînên zanistî, çalakî û hê tişt ên hê wana zêdetir hebû. Qata pêşye gişk ji bo zarok an bû û qata duduya jî ji bo mezin an bû. Li pirtûkxana Bel Airê da gelek bîranîn ên me yên xweş hebûn. Me pirtûk û fîlimên zarokan derdixist û dibir mala xwe, lê ji bo mezin an komputer, pirtûk û hê zefh tişt ên dinê jî hebûn. Dayîjka duhev zarok an yekî wan hê nikar bû xeberde û yek jî dayîkeke berdayî bûm ji bo min pirtûkxane cinet bû. Bi tenê ciyekê ewledar nebû him jî xizmet ên bikalîte pêşkêş dikir. Pirtûkxanedar ên antîke ku çîrokan biçalakiyan dixwandin bitişt û muzîk va û lê hê jî ew ne beşa hemû tişt ên wan ên çêtir bû. Ya tişt ên wan ên herî baş ew bû ku wana hema wusa zarok an li tevî hemû kirin ên xwe dikirin.
Kurê min dereng xeberda ji bo wê yekî ewî hîperaktîv bû û ez gelek tengasîye da bûm. Ev der ciyek bû, min her car zanibû ku wana dixwast em herne wura. Xebatkar ên wan hema wusa devken bûn û bitenê bi dilovanî piştgirîyê me dikirin û li hemberî her kesî ra helwesteke pak nîşan dikirin. Pirtûkxana Bel Air ji bo malbata min ciyekî ewlekar bû. Ez pir spasdar im ku pirtûkxaneya Bel Air zehf nêzîkî mala min bû û min zarok ên xwe dibir û bikarmend malbat ên din ra xeberdida. Pirî mirov ên wan ji xerkê ewropê yêk çîl bûn û zarok ên wan jî biterbîyet bûn. Dê û bav ên wan bitenê carekê ji zarokên xwe ra gotinekê digotin. Zarok ên wan qet hevnedixistin û heke zarekê zarekê dinê xista dîya wî zarokê dest xwera digote zara xwe da bibore û zarok hev dihatin. Nêzîkî sala 2018-an, pirtûkxanê Bel Air dest bi peydakirina IPAD-ên ji bo zarok an kir. Li ser wê hestên min hinekî tevlihev bû. Aliyekê, tiştekê rinde ku zarok ên ji malbat ên kêm-meaş teknolojiyê dest bixin lê alîkê din jî pirtûkxane ciyeke ku zarok li hevra xeberdin û bileyzin û elektronîk bi gelemperî ji wê re asteng in. Şeş sal an zêdetir e ku me mala xwe ji Bel Airê bar kir lê wahtê me li wura hema wusa bîra min da yê bimîne.
Pirtûkxana Bel Air yek ji yanzdeh milên Pirtûkxaneyên Giştî yên Harford Countye ye. Li pirtûkxanê ji çar mîlyon an zêdetir tişt hene û 174,000 meriv an zêdetir emdamên xwe yê qeydkirî ra xizmetê dide. Pirtûkxana Bel Air li Harford countye pirtûkzaneyê herî mezin e. Ew bi eslê xwe ji hêla Jin ên Arîkarî Dêra Emmanuel va di sala 1885-an da hate saz kirin û xebitandin. Navê wê Pirtûkxaneya Bel Air Çerx bû. Avahî li ser cadeya sereke ya nêzîkî dadgehê bû û hema hema 200 pirtûk ên wê hebûn. Li odê xwendinê mêr an dikaribûn bicivin û cixare bikşînîn ji ber ku ew jî cîye civakê bû. Komeleya Pirtûkxaneya Harford county di sala 1912 da hatye avakirinê û pirtûkxaneya herê peşîyê bêpere di du odan da li ser Kolana Main li ser dikanek terzî hate bicîh kirin. Gava ku berhevkirin û mirov ên pirtûk hildidan di sal ên 1915 û 1918 da zêde bûn, di sala 1926an da pirtûkxane kişya malekê li Kolana Sereke ya ku komeleyê kirî. Dadgehê Alîkariya Pirtûkxaneyê ya 1945-an da naskirin û piştgiriya diravî ji hukmatên ra ji bo karûbar ên pirtûkxaneyê yên avakirinê, ji ber vê yekê di sala 1946-an da komeleyê sermayeyên xwe radestî Desteya Kargêrên Pirtûkxaneya wîlayeta Harfordê kir. Pirtûkxana Bel Air di sala 1947 de hate avakirinê û avahiya niha di sala 1960anda hate avakirin. Eyne avahî di sala 1967an de hate tezekirin û di sala 1998 da caran duduya hate çêkirin. Di sala 2016an da cîye zarokan hat tezekirin û me bi çev ên xwe dît. Tezekirina pirtûkxanê, pirtûkxanê hê bêtir balkêş kir û hema wusa bêtir dikin.
Bêşik, tiştekê gelek rinde ku herin û ji van karûbarên bêpere xizmet an hildin him jî hema wusa civakak'e xweş, û pêbawer ava bikin. Dê û bav ên yêk cahil in dikarin dê û bav ên dinên cahil nasbikin. Bitaybetî heke ewn ên teze kişya ne li herêmê.
Milê Cihê Têkiliya Xwendina Destpêkê vedihewîne. Ev qada veqetandî di nav beşa Zarokan de û malbat ên wan. Bilîstika balkêş, materyalên armanckirî, û bernameyên nûjen ev qad jêhatîbûn ên xwendewar ên ku ji bo amadebûna zarokan ji bo dibistanê çi hewc an wan hebin wana ra teşwîq dike. Ji bo zarok ên dibistana seretayî heta navîn, beş StreamWorks pêşkêş dike, STEMek û Maker Space ku zarokan pêşkêş dike û malbat ên wan ku bi çapkerên 3D biafirînin û hunerên qumaşê û hê jê bêtir.
Endamtiya pirtûkxaneyê ji bo derxistina tiştan lazim e. Ji bo ku hûn endamtiyê bi wêneyek nasnameyê bistînin û navnîşana mala xwe li Bel Air, MDê nîşan bikin. Bi berfirehbûna cîhana dîjîtal va, wana rêz ên xwe guhurandin û endamtiya xwe ji hûkmata Maryland ra vekir in û heta xerkên hûkmat ên din jî dikarin bibin endamek. Endam ên herkê hûkmatên neçar in ku heqê 10,00 $ bidin ji bo zarok ên di navbera 13 û 18 salî û 30,00 $ ji bo mezin an. Kart ên pirtûkxaneyê ji bo hemî herk ên Maryland ra bêpere ye lêbelê xercên dereng hene û cezayên ji bo tişt ên dereng an jî wundakirî. Ger ceza bigihîje 10.00 $, îmtiyazên deynkirina meriv ên Marylandê têne asteng kirin heta ku xerc bi tevahî were dayîn. Ji bo tişt ên wunda bûyî, mesref ên tişt an û zêdeyî 5,00 $ heqê pêvajoyê ji deyndaran ra tê girtin.
Pirtûkxaneyan ji bo her kesî çavkanîyên mezin in lê bitaybetî ji bo malbat ên kêm-meaş ra çavkanîyên rind in. Mirov dikare fotokopiyan çêke û tişt an çap bike û înternetê bixebitîne û lêkolînê bike, û ew ji bilî ku hûn dikarin tişt ên wekî pirtûk, CD, DVD, hwd derxin. Bihesibînin ku ev tişt ên bêpere ku li ser lêçûnên bacgiran têne peyda kirin. Ez bawer dikim ku baş e ku meriv ji bo tişt ên dereng û tişt ên wundakirî ra cezayê bide. Ew ji bo deyîndaran ra tevgera berpirsiyariyê pêşve dike. Ez bêşik ji pirtûkxaneyên giştî yên bêpere hez dikim û şehrê Bel Air pirtûkxaneyê din rindtir e.
Pirtûkxaneya şehrê Bel Airê li navenda bajarê Bel Air-ê ye. Li nêzîkî dadgehê ye.
100 E. Pennsylvania Avenue, Bel Air, MD 21014.
Ji bo pirs an:
410-638-3151
Ger hûn li Harford, MD dijîn, pê ewle bin ku herin pirtûkxaneya şehrê Bel Air bibinîn.
Harford County Public Library Bel Air Branch history https://hcplonline.org/belairhistory.php
Historical data taken from Harford Historical Bulletin; no. 67, Winter 1996; pgs 7-14







