Saturday, January 24, 2026

Dersa Kurmancî 2- Ab Çîye?

Taxima Tebax an

Îro ez ê peyvekê ji ferhenga Celadet E'lî Bedîrxanê (CEB) binhêrim. Bi rastî em ê vê peyvê tevahî hîn bin çim min xwe hetta niha nebîhîstîye. We bîhîstibe ji bo kerema xwe mînakekê an jî hinek mînak an bidin ku ez jî hîn bim. 

  ab  آب                                                                                Li ferheng dibêje ab- tebax e   Li ferheng dibêje

Celadet E'lî Bedîrxan (1893-1951)
 Li Serhadê em li firakên tê da nan dixwin, wana ra dibêjin tebax. Lê ez nizanim heke tebaxa Celadet E'lî Bedirxanê firak'e an jî meh e. Meha h'eştan ra jî dibêjin Tebax. Ez bawer nakim ev ab tê wateya meha h'eştan. Belkî li cîyekî Kurdistanê tebaxa ra dibêjin ab  an jî berê digot in lê min qet cîyekî nexwandîye û tu ferhengekê din da nedîtîye. 

آب - Ab Farsî da heye û m'ena wî av e. Wateya vî ab ê Celadet Bedîrxanê lê av nîne. 

Ez nikarim mînak an bidim li vî peyvê û ez bawer nakim bi rastî Kurmancî m'enekê wî heye.  

Heke hinek dizanin ab çîye, ji min ra binvîsîn. 

Ji ber vê yekî, ez li ab ê li Kurmancîyê da naxebitînîm. Celadet E'lî Bedîrxan gelek ziman an dizani bû. Gelo li zimanekê dinê bîhîst û xist nava Kurmancîyê?

Hun çi dibêjin? 

Bedîrxan, C. A. (2009) Ferheng. Avesta  

Dersa Kurmancî 1: Dîrok û M'ene û Bihevra Bûna Tîpa A. Xeysetê Mirov an. https://zimanemekurdan.blogspot.com/2024/06/dirok-u-mene-u-bihevra-buna-tip-aa-bi.html

No comments:

Post a Comment

Dîrokî: Halê John Faucettê, K'alkê Alexander Hamiltonê

Alexander Hamilton (1755-1804) Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi ren...