Sunday, December 14, 2025

Lênerînî: Ji Bo Nivîsandina an Jî Bersivdayîna Elektronîkî Herî Baş ji Dê û Bavê Din ra

Li gorî rewşa dadmendîyê jin û mêran, li Dewletên Yekbûyên û li seranserê cîhanê, piraniya têkiliyan ji hev cihê dibin u vediqetîn û an jî hevberdidin. Dema ku dor tê ser dê û bavtîya hevbeş a zarok an, hinek jin û mêr ji yêdin ên çêtir in.  Di rêzekê nameyanda, ez ê nameyên di navbera jin û mêrekê berê nîşan bikim. Ji vî jin û mêrê tê hêvîkirin ku tevayî ji xwedî herdu zarok ên xwe derkevin. Herdik jî li Dewletên Yekbûyên Emrîke ne. Evna nameyana li ser nameyên rastî werin nîvîsandin û li ser bingeha dîroka nivîsî ya têkiliya vê jin û mêr e û belgeyên wan ên dadgehê û nameyên e-nameyê ji serlêdana dadgehê ya bi navê Our Family Wizard (OFW) û e-nameya asayî û peyamên nivîsî, û hwd. Ez ê  ne pişte jinikê ne jî pişta mêrikê bikim. Heke neheqîyek hebe, xwendakar ên bixwe bibînîn û bixwe bikarbin binirxînîn piştî  binhêrin hemû nameyên nav wan herdan. Hêvîdarim, evna nameyana dê ji xwendekar an ra bibe alîkarî ku dema ji dê an jî bavê zarokên xwe ra dinivîsin cavên çêtir bidin. 

Em ê hewl bidin ku analîz bikin ka ev jin û mêr ê berê ji bo berjewendiyên zarokên xwe tiştek rast dikarin bikin an na. Gelo çi bikarbin bicudatî bikin  û an jî di rewşek wekî ya wan da tiştek heye ku bikarbin bicudatî were kirin? 

E-nameya jêrîn fotrafê OFW ye. Ez ê navê bavê zarokan daynim Birêz Jones û cîya zarok an ra jî bejim Xanim Jones û navê wanên rastî nabêjim. Akî dinê, her tiştên dinên rast in.

Di dema vê e-nameyê de, Br. Jones mêrekî 63 salî bû. Li 3ê sibatê 2019da mala xwe bire Almanyayê. Ew di zewaca xwe ya pêncan da bi jineke 30 salî ya ji Fîlîpînê ra bû û ji çar jin ên cuda bavê şeş ​​zarok an bû. Ew bi tevahî dem dixebitî û li Eyaleta Maryland xweyîyê xaniyê bû. Xm Jones jinek'e 38 salî bû û ji Hazîrana 2018an vir da li Virjînyayê dijîya. Piştî berdana xwe ji Br. Jones, ewê carekê dinê mêr nekir. Ewê tek tenê herd zarok ên xwe mezin dikir. Ew bi tevahî dem dixebitî û xweyîyê xaniyê bû. Lêbelê, nav herdan da Br. Jones bi berdewamî ji Xm Jones zehftir pere qazanc dikir. 

Br. Jones di vê dozê de dozdar bû û Xm. Jones jî bersûc bû. Br. Jones Xm Jones ê da dadgehê li dora Cotmeha 2018an ji bo guhertina lênerînîya û alikirina zarok an û bêrêziya dadgehê. Belgeyên dadgehê negihîştin Xm Jones, ji ber vê yekê ewî di Mijdara 2018an da, demek kurt piştî ku fermana parastinê ya li dijwarê Br. Jones di Tebaxa 2018an de qediya, dîsa doz li wê vekir.

Di dema dadgehê, di rojan berdawam kir, Br. Jones xwast ku dadwêr ferman bide Xm. Jones ku bi rêya e-nameya- OFW va bi Br. Jones ra xeberde. Br. Jones got dadwêr da Xm. Jones naxwaze bi wî ra biaxive, ku eva gotineke xelet nebû. Dadwêr xwastina Br. Jones qebûl kir lê got Br. Jones bixwe xwast ku here li Almanyayê ji ber vê yekê Br. Jones dê berpirsiyar be ku ji bo gihîştina herdu aliyan jî OFW-ê pere wê bide.

Di 29ê Cotmeha 2021an da dadgehê ferman da:

FERMANDAN herdu alî jî dê Close App (an jî Our Family Wizard ("OFW")) bixebitînîn Br. Jones lêçûnên herdu aliyan jî ji bo karanîna sepana OFW) ji bo hemî danûstandinên ne-acîl ên di derbarê zarok an da bide. Herwiha, alî dê "Protokola E-nameyê" ya Ofîsa Xizmetên Dadgeha Malbatê wekî bingehek ji bo danûstandinên xwe di sepanên Close an OFW de bikar bînin. 

Di e-nameya jorîn da, Br. Jones li Xm. Jones agahdar dike ku wî di 1ê Mijdara 2021an de hesabên OFW ji bo herdan vekirye. Br. Jones behsa nûnerekî nenas kir ku dê bi Xm. Jones ra têkilî dayne, lê derbarê awayê ragihandinê an jî navê nûner da tu agahên dinên neda.

Gelo ji bo şandina vê e-nameyê OFW cîhek rast eJi bo çi Br. Jones vê e-nameyê li ser OFW şandina, di demekê de ku ew bi eşkere dizanibû ku Xm. Jones negihîştiye sepana OFW û vê e-nameyê nabîne? Çima li ser e-name dinên an jî peyama nivîskî an jî whatsappê da neşand?

Br. Jones dikare bêje ku Xm. Jones bêje min rehet nahêle û pey min digere. Lêbelê, di e-nameya jorîn da qet tiştek tunne ku wekî 'bêrehetî' were şîrovekirin. Br. Jones dikare destnîşan bike ku dadgeh dibêje ku divê ew ji bo hemî danûstandinên li ser zarokên xwe OFW û OFW wekî bingehek ji bo danûstandinên xwe bikar bînin. Peyva girîng li vir "wek bingehek ji bo danûstandinên wan" e. Ferman bi zelalî dibêje ku divê her danûstandinek li ser zarokên wan li ser OFW be û heke danûstandin ên wan ên din hebin ku zarok ên wan tê da nebin, divê ew ji hev ra binivîsin wekî ku ew li ser OFW danûstandinê dikin. 

Gelo e-nameya jorîn li ser zarok ên wan e û Br. Jones bişandina vê e-nameyê bi rêya OFW çi destxistîye?

1. Min sepana Family Wizard ji bo me herdan kirîBi vê gotinê, wî dixwest nîşan bide ku ew li gorî biryara dadgehê tevdigere.

2. Dibe ku nûnerek di demek nêzîk da bi t'e ra têkilî dayne û hêwerzên li ser çawaniya sazkirina sepanê bide te. Daxuyaniya wî wusa dide xuyakirin ku Br. Jones agahên pêwîst dane nûnerê OFW-ê da ku bi Xm. Jones ra têkilî dayne. Herwiha ev daxuyanî wî ji her berpirsiyariya vekirina hesabê wî dûr dixe. Ew nûnerê OFW ye ku dê pê re têkilî dayne. Ji ber ku heke Xm. Jones berdewam negihîştibe sepanê, ewî dikaribû vê e-nameyê nîşan bike ku bêje ew a berpirsiyariya OFW bû li gorî sevraht bûna wî.

3. Ez bixwe jî hê hîn dibim. Gotina Br. Jones ku hê hîn dibe nîşaneke eşkere ye ku ewî dixwest xwe nîşan bike zêde tiştekî li ser sepanê nizane. Dîsa, ev a rêyekê dinêye ewî ji bo piştgirtina gotina xwe nîşan bike ku berpirsiyariya wî nebû ku gihîştina OFW yê bide Xm. Jones. 

Gelo ev e-name armanca xwe ya mebestkirî bi cîh anî?  Gelo, ev li ser platforma rast hate şandin? Gelo, ev ji bo têkiliya wan a şikestî alîkar bû? Gelo şandina vê e-nameyê jî lazim bû?

Em ê pêşîyê armanca vê e-nameyê daxuyanîkin. Di vê e-nameyê de, armanca Br. Jones ew bû ku Xm. Jonesê agahdar bike ku ewî sepana OFW ji bo herda ra kirî. Lêbelê, ev e-name armanca wî ya taybetî pêk anî jî, ew li ser platforma rast nehat şandin. Ev e-name taybetî ji bo biryara dadgehê bû ku zarok tê da ne beşdar bûn. Ji Br. Jones û Xm. Jones tê xwestin ku bitenê li ser sepana OFW-ê li ser zarok ên xwe danûstandinê bikin. Ev agahdariyê behsa zarokên wan nekir, hewcedariyên zarokan çareser nekir, û ne li ser çalakiyek pêwîst ji bo zarokan bû. Ji ber vê yekê ev ne aîdê vê platformê bû. Sedema dudîyan, ev ne cihê vê platformê bû, ev rastî bû ku Xm. Jones gihîştina wê ya sepanê tunnebû û heta ku gihîştina wê bi dest nekeve, ewê vê e-nameyê nabîne. E-name divê her gav li ser zarokên li ser OFW-ê bin. Ev e-nameya taybetî birêya e-nameya wê ya şexsî (gmail, yahoo, outlook, an jî telefon) ji Xm. Jones ra bihata şandin, ne tenê ji ber ku Xm. Jones gihîştina OFW tunne bû, lê di heman demê de şandina vê e-nameyê li ser OFW ne guncaw bû jî.

Lêbelê li ser platforma xelet hatibe be şandin jî, ev e-nameya nivîsî qet kêmasî ya vê tunne.  Ev him zelal û him jî li ser xalê ye. Heke dê û bavê hev-ra bikaribin û zarokên xwe mezin bikin û bizelalî û rast nîvîsandin gelek gîrîng e, dê û an jî bavê din nikare qet tiştekê bêje. Berîya ku hûn ji dê û bavê din re e-nameyekê binivîsin, armanca e-nameya xwe diyar bikin û dû ra platforma rast hilbijêrin în. Gelo e-name li ser zarokane, an li ser pirsgirêkekê dinê ya li navbera dê û bav da ye? Heke li ser zarokan be, OFW bixebitînin. Heke li ser tiştekî din be, platformên din bi kar bînin. 

Ji kerema xwe ji min ra bêjin, heke we OFW xebitandibe. Gelo e-nameyên we ji bo armancekê taybetî xizmet dikirin?


 

No comments:

Post a Comment

Dîrokî: Halê John Faucettê, K'alkê Alexander Hamiltonê

Alexander Hamilton (1755-1804) Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi ren...