![]() |
| 2001 Hatye çapandin |
Nîvîskarê vê pirtûkê li serê pirtûkê da b'ehsa çendhev genc an dike. Wan genc an gulla berî Roylinê dane li seyranê. Bitenê nav ên wan genc an dide me. Başqe tiştekê navêje me da. Roylin xevdeh salîye û rengê postê wî qemer e. Roylin xortekê zehf baş nîne û hevalên wî yên baş jî tunne ne.
Ç'îroka Roylin destpêdikê wehta Roylin keçikekê dibîne û dixwaze ku ewa keçika bibe dilketîya wî. Navê wê Korie ye. Korie li meytevek'e dinê derbasî meyteva Roylinê bûye. Navê Meyteva Roylinê, Blufordê. Roylin ça Korie dibîne diçe ji wê ra diaxive. Roylin pesna dide xwe û dibêje "ez dixebitim û gelek pere min heye." Korie hahankava dibeje roj bûna min tê û dixwaze gerdanîyekî nîşanê Roylin bike. Gerdanî $300.00. Roylin li karê xwe çi dest bixe dide pere ereba cîya xwe û sigorta erebe. Bitenê $50.00 ji wî ra diminê. Roylin dikeve metala û dibeje gelo ji ku $250.00 bine ku Korie ra wê gerdanîye bistîne. Dibêje heke ji Korie ye ra gerdanîye bistîne Korie bibe dilketîye wî. Gelo kê pera bide Roylinê? Cîya wî? Na. Heval ên wî? Na, hevalê wî tunne ne. Belkî cînarê wî? Roylin diçe mala cînarê xwe û derê cînarê wî vekirîye û Roylin diçe hunderê mala cînarê xwe. Royljn dinhêre cînarê wî razaye û Roylin pera li paşlika wî da dibîne û hildide û diçe mala xwe. Navê cînarê wî Birêz Miller e. Birêz Miller mîna kalikekê ye ji bo Roylinê. Sibetira dinê Roylin dixwaze here û bi Birêz Miller ra biaxive û ji wî ra bêje ku pera ji paşlika wî dizîye. Rêvêbirê avayîye dertê pêşîya wî. Rêvêbirê avayîyê dibêje Roylinê Birêz Miller mir wehta hînbû Roylin perê wî dizî. Rêvêbirê avayîye Roylin tirsand û got heke Roylin alîyê wî neke û wanderê avayîyan çêneke yê gazî polês bike.
![]() |
| Anne Schraff (1939- ) |
Ev a çîroka çîrokekê xweş e. Min ji wê hez kir. Ser cahil bûna genca disene hevalê genceke hebe jî û tunne be jî genc tiştan dikin, bêfemin loma. Nivîskar li lîsê mamoste bûye. Wê çîrok ên xwe li ser xwendakar ên xwe nivîsîye. Lêbelê xwendakarên wê reş in û gotin ên wê hema wusa rast nînîn. Nivîskar çanda genc ên qemerê û reş nişan nake û mesela dibêje. Genc kîjan reng û cerevî bin jî genc in wênê nişan dike.
Çîrokekê kin e, 150 per an kêmtir e. Min du caran xwend û herd zarokê min jî xwend in. Qurê min wê çîrokê hez nekir. Qurê min got, Roylin û Korie qet yekê wan tiştên rind nakin. Roylin dibêje Korie ye bibe ya min wexta ez ji wê ra gerdanî ye bistînim. Qurê min got Korie merivekê û hez nekir Roylin wusa bêje. Kîza min jî Korie hez nekir. Kîza min got Korie bitenê xwe û tişt an hez dike.
Roylin dixwaza tişta bizvirîne û perê birêz Miller bide. Min vî pirtûkê nestand. Min li pirtûkxanê, bêpere hilda. Ev a çîrokekê moderne û li nivîskareke rojavayê Ewropê va hatye nivîsandin li ser rojavayê Efrîqe. Pirtûk li Inglîzî hatye nivîsandinê. Heke Ingîlîzîye zanin bixwinin. Dikarin vegerînîn li ser Kurmancîye.


No comments:
Post a Comment