Saturday, February 15, 2025

Daxûyanî: Armanca Federalîst 2

John Jay (1745-1829)
John Jay çar roj an piştî weşandina kaxeza Federalîst 1, Federalîst 2 weşand. Jay dest bigotara xwe kir bigiranî li ser girîngiya bûyerê û biryara çaverêkirî, ku bixurtî Federalîst 2 bi Federalîst 1 ve girêda. Bala wî li ser pêwîstîya hukmatek federal û awa ên wê yên bibandortir û baştir ji bo birêvebirina cûr be cûr mijar ên di nav de ewlehîya sêzdeh kolonî an li gorî şiyan ên her dewletek kesane bû. Ewî ji yêdin re du hilbijartin da peşîya wan û di her hilbijartinêkê de bijarkek neçar bû; bibe hukmatek federal, an ji bibe hukmatek êl mirov ên mecbur yê hinek mafên xwe bidine hukmatek. Pirs ev e, kîjan dê di berjewendîya wan da ne? Jay, wekî mirovek jêhatî û, xwendî û dewlemend bû, ji Hamiltonê  çêtir nêzîk û têgihîştina temaşevan ên xwe bû.

Jay temaşevan ên xwe baş nasdikir, û pêwendiyek bihêztir bi wan re hebû. Jay bang li hevparî ên wan kir; wekhevîyên wan ên çandî û olî û zimanî û eslî. Ewî b’ehsa hebû na wana li ser axa Emrîkê li sedsal an zedetir kir, tekoşîna wan li dijwarê xwecîhî an, û him jî xerkên li  ser axa Ewropê şîrove kir. Qet b'ehsa ji vî diwalî u çawa erd barîkî ji bo wan hatî e afirandin nek’e. Ewî bala hemû kişand ser bextewarî û dilşaî ên vê erdnîgarî ê ji wan re peyda kir. Ewî têkiliyek xurt di navbera van mirov an û axa ku wan dagîr kiribû de nîşan da. "Wusa tê xuyî ev welat û ev gel ji bo hev ra hatine çêkirin," ewî got. Yek jî mirov dibiînê Jay nîşan dike Englo-Sakson di vê axa nû de hene û li Ewropê veqetî an û cihê bûn. H'eta vê gavê, ev koçberên Englo-Sakson-Ewropî li vê axa nû da serdest bûn û meriv ên wan li Ewropê hebûn û diçûn dihatin. Piştî ş’erê şoreşgerî e hatin çûîna wan qut bûn û bûn gelekê  nû.Yek jî, meriv dikare şîrove bik’e Jay ji wan re piştrast dike ku ev erd ji wan re hatî e çêkirin û ew li vê axê bêkêmasî bicîh bûne. Ji ber vê yekê, hewcedarîya wan li axa Ewropê tunne e.

Qerta Sêzdeh Serdest ên Emrîk'e li 1775

Mirov dikare bêje ku gotin ên axaftin ên Jay li ser hewcedariya yekîtî a li ser bingeha hêmanên hevpar ên gel an li hember cûdahî ên wan di van du sedsal an dawî de ji hêla sîyasetmedaran ve bi berfirehî hatî e bi karanîn. Ev gotin ên axaftinê raste ji bo miletekê ji miletekê xwedî kokek esl û zimanek û olek û çandek hevpar nînin. Jay gotin ên xwe bi bûyînên wanê hevpar û yekîtî e wan berdewam kir û ji bo wan gelek şerm bibe ku êlên wan parçe bibin, yêk xwe hev re hilbavêjin û dijwarê hev bibin ji bo çavkanî an.Li ser vê yekê, dibêjê nebin mîna k’al û bavên wanên li Ewropê wan ên yêk ji sedsal an hev k'uştin; dijwarên hev bûn, hev re çavnebar bûn, erd û çavkanî an hev re parevenedikirin. Ewî dîsa got her çi cudahî ên wan hebin jî ew gişk bûne gelek.

Jay got temaşevan ên wî "mirovên aqilmend" in. Temaşevan ên Jay netenê aqilmend bûn û him axa bûn û him Englo-Sakson bûn û him xwedî ên mal û milk bûn û gelek dewlemend bûn. Hema hema şeş dewlet ên ku "aqilmend ên xwe" şandibûn, xwedî ê bindest an bûn. Jay di gotara xwe de pir jêhatî bû, û bala wan dikişand ser tiştên ku wan bihev re di dema şerên xwe yên li dijwar de, eşîrên Emrîkê, Padşahî ê Brîtanî, hwd. Jay, berevajîyê Hamiltonê, zimanek yekîtî ê bikaranî ku pêşwazîya hemî xwedî ên dewlemend ên Englo-Sakson ên ji hemî kolonî an dikir. Zimanê wî xweş û bidil bû.

Jay destnîşan kir, destûra nû ne biqezayek ne jî bi zorê hatî e nîvîsandin. Berhema têgîhîştin, xwefikir û hewcedarîya kes ên ku biwelatparêzî pêşengiya kirina wan ve hat afirandin. Piştî ku bal kişand ser wekhevî ên di navbera van hemû an de, ewî diyar kir ku makezagona nû çawa pêk hat. Anagorî Jay, piştî serxwebûnê axa ên li dewletê eslî ava kirin, waxtê wan hebû ku tiştên ku qewimîne bih’esibînin û dadmendek jîr amade bikin. Ewî anî bîra gişk an “Hemwelatî ên me ên herî baş û aqilmend” ev makezagon piştî lêkolîn û lênêrîn û dilovanî nîvîsîn. Ew lazim bû ji bo dewletekê serbixwe û sîyasetmaderenparêzên wê ên serbixwe. Jay bieşkeretî gazî kir ku mirov ên sêzdeh dewlet an da ne ji bilî gelek dewlet ên piçûk lê wekî "yek neteweyek dibin yek hukmatek federal de" serfiraz bibin. Ewî jî soz da ku bêtir gotarên xwe berfireh bike. Herî dawî, bêşik got, ragihand ku mezintîya Emrîkê biyekîtîya sêzdeh dewletê ve girêdayî e.

Jay, J. (1787, October 31) Federalist 2. The Independent Journal. https://zimanemekurdan.blogspot.com/2024/01/yekem-serledana-john-jay-ji-dewleta-new.html

No comments:

Post a Comment

Dîrokî: Halê John Faucettê, K'alkê Alexander Hamiltonê

Alexander Hamilton (1755-1804) Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi ren...