Wednesday, February 12, 2025

Nîvîsandina Sîyasî: Federalîst 2

 Li ser Xetere ên Hêz û Bandora Biyanî

 Ji Gelên Herema New Yorkê re:

DEMA ku gel ê Emrîk'e difikire naha ji wan tê xwestin biryarê bidin pirsek, ku di encamên wê de, divê yek ji girîngtirin ku bala wan kişandî e nîşan dik'e, rasthatina girtina wan a pir berfireh, û her waha pir birastî ​​dîtina wê de diyar bibe.

John Jay (1745-1829)
Tiştek ji pêdivî a pêwîsta hukmatê teqeztir nîne, û biheman awaî nayê berrabûn, herdem û her çiqas were damezrandin, divê gel hin mafên xwe ên xwedayî jê re bihêle, da ku ew bihêzên pêwîst ve girêde. Ji ber vê yekê hêjayî nirxandinê ye, gelo ew ê ji bo berjewendî a gel ên Emrîk'e zêdetir bibe sedem ku ew, ji bo hemî armanc ên giştî, bibin yek netewe, dibin yek hukmatek federal de, an ew xwe di nav êl ên cîhê de pare vekin, û bidin serê her yekê heman cûre hêzên ji wan re tê şîret kirin di yek hukmatek neteweyî de cîh bigirin.

H'eta van demên dawîn ev bîr û bawerîyek bênakok bû bextewarî a gelê Emrîk ê girêdayî bi berdewamî a yekrêzî a wan e û daxwaz û dua û hewlên baştirin û jîrtirîn hemwelatî ên me bi berdewamî li ser wê armancê dihatin kirin. Lê aniha sîyasetmedar xuya dikin, yên ku serra digrin ev raman xelet e, û li şûna em di yekîtî ê de li ewlehî û bextewarî ê bigerin, divê em wê di dabeşkirina Dewlet an li ser êl ên serwerî ên cûda de bigerin. Ev gotin nû çiqas awarte xuya bike jî, dîsa jî alîgirên wê hene; û hin meriv ên ku berê pir li dijwarê wê bûn, niha alîgirî ê wan in. Çi dibe bila bibe, bersivk ên jî teşwîqên ku ev guherîn di hest û daxuyanî ên van birêzan de pêkanîne, bêguman di nav gel de ne aqilmend e ku van hîmên nû yên siyasî bipejirînin bêyî ku bitevahî bawer bin ku ew di rastî ê û saxlem de hatine damezrandin.

Gelek caran min kêfxweş kir ku ez bibînim ku Emrîk'e serbixwe ne ji deverên veqetandî û dûr pêkdihat, lê ew welatek girêdayî, berdar û berbelav beşek ji kurên me yên rojavayî ên azadî ê bû. Xweda bi rengekî taybetî ew bi cûr be cûr ax û hilberên cûr be cûr pîroz kiri e, û ew bi ç'emên bêhejmar av daye, ji bo kêf û rûniştina rûniştevanên wê. Li pey hev avên gemarî cûreyek zincîrekê li dora sînorên wê çêdike, mîna ku wê bi hev ve girêde; dema ku ç'emên herî birûmet ên cîhanê, ku li dûrahî ên guncaw diherikin, ji bo ragihandina hêsana alîkarî ên dostane, û veguheztina hevdu û pevguhertina tiştên wan ên cihêreng, otoban pêşkêşî wan dikin.

Bikêf min gelek caran bala xwe dayê ku Xweda bikêfxweşî vî welatê yekgirtî da yek gelek yekbûyî -- miletek ku ji yek bav û kalan tê, e'yne zimanek diaxive, e'yne olek destnîşan dike, e'yne kaîdekê xwe ve girêdayî e. Hukmatek, biedetên xwe pir dişibin hev û bişîret, çek û hewildan ên xwe yên hevbeş, di ş'erekî dirêj û xwînrêj de mil bi mil ş'er kirin, birûmet û azadî û serxwebûna giştî ava kirin.

Ev welat û ev gel ji bo hev hatine çêkirin, û wusa tê xuyê ku ew sêwirana Xweda bû, ku mîratek wusa rast û rehet ji bo komek ji bira ên, ku bi têkili ên herî xurt bi hev re hatine yek kirin. Qet nabe di nav çend serwerî ên necivakî, çavnebar û biyanî de were dabeş kirin.

Hestên bi vî rengî heta niha di nav hemû rêz û mezheb ên mirov an de di nav me de serdest bûne. Ji bo hemû mebest ên giştî em bi yekcarî bûne yek gel ku her welatekê li her derê xwedî heman maf û îmtiyaz û parastinê e. Wek milet me aştî çêkir û ş'er kir; wek milet me dijmin ên xwe yên hevpar têk bir; wek netewe me hevbendî û peyman çêkirin û bi dewlet ên biyanî re ketine gelek peyman an.

Hestek xurt a nirx û bereketa yekîtî ê gel di demek e pir zû de hîşt ku hukmatekê federal saz bike û wê hukmatê biparêze û him jî berdewam bike. Hema hema ji ber ku hebûna wan a sîyasî bû ew ava kirin; na, di demekê de ku niştecihên wan di nav agir de bûn, dema ku gelek xwîna hemwelatî ên wan dirijî an, û dema ku pêşkeftina dijmintî û wêraniyê cîhek hindik ji wan lêkolîn û ramanên aram û gihîştî re hîşt ku her dem divê pêşî li damezrandina welatek jîr û hevseng hukmat ji bo gelê azad. Nayê meraq kirin ku hukmatek di demên wusa nebaş de hatî damezrandin, di ceribandinê de li gorî armanca ku dixwest bersivê bide pir kêmasî û neguncan were dîtin.

Ev gelê jîr ji van kêmasî an fehm kir û poşman bû. Hîn jî ji evîndarîya azadî ê nekêmtir bi yekîtî ê ve girêdayî bûn, wan xetereya ku yekser berê û ji dûr ve ya paşîn tehdîd dikir; û ji ber ku dihatin gotin ku ewlekarî a berfireh ji bo her duyan tenê dikare di hukmatek neteweyî de ku biaqilmendî hatî damezrandin de were dîtin, wan wekî yek dengî, kongreya dereng li Philadelphia kom kir, da ku ew mijara girîng li ber çavan bigire.

Ev peymana ku ji mirov ên ku xwedî ê bawerî a gel bûn û gelek ji wan bi welatparêzî û fezîlet û şehrezayî a xwe ve pir binav û deng bûn, di demên ku h'iş û dilê mirov an diceribandin, karekî giran kir. Di demsala nerma aştî ê de, bi mejî ên ku ji mijar ên din re ne mijûl bûn, wan gelek meh an di nav şêwirên sar, bênavber û rojane de derbas bûn; û di dawi ê de, bêyî ku ji hêzê bitirsin, an jî ji bilî h'ezkirina ji welatê xwe re, bin bandora tu hewesan bin, plana ku ji alî ê encûmen ên xwe yên hevbeş û pir yekdengî ve hatî çêkirin pêşkêşî xelkê kirin û pêşniyar kirin.

Bipejirînin, ji ber ku rastîyek wusa ye, ku ev plan tenê PÊŞNÎŞANDIN e, nayê ferz kirin, lê dîsa jî bila were ji bîrkirin ku ew ne ji pejirandina K'OR re, ne jî ji nûvekirina K'OR e tê pêşniyar kirin; lê ji bo wê nerazîbuna sist û eşkere a ku mezinahî û girîngî a mijarê daxwaz dike, û ya ku bêguman divê werbigire. Lê ev yek (wekî ku di jimare a berê a vê gotarê de hate destnîşan kirin) ji ya ku tê xwestin bêtir tê xwestin, ku wusa were hesibandin û vekolîn. Ceribandina li ser bûyerek berê me hîn dike ku em di hêvi ên waha de pir dilpak nebin. Hîn jî nayê ji bîrkirin ku fikarên baş ên ji xetere a nêzik, gel ên Emrîk'e teşwîq kirin ku Kongreya bîranîna 1774-an pêk bînin. Dîsa jî di bîranîn ên me de teze e ku çapemenî çiqas zû dest bibelavok û rojname ên heftane li dijwarê wan tedbîran kir. Ne tenê gelek ji efser ên hukmatê, yên ku guh didin ferman ên berjewendî ên kesane, lê yên din jî, ji ber texmînek xeleta encam an, an bandora nederbasdara girêdanên berê, an ambargoya wan li tiştên ku biberjewendîya giştî re neguncaw in armanc dike, di hewlên xwe de bêwestan bûn ji bo ku xelk şîretên wê kongreya niştimanperwer red bikin. Birastî gelek kes hatin xapandin, lê pirranîya gel biaqil fikirê û biryar da; û kêfxweş in ku ew bi ramana ku wan wusa kir.

Wan dih'esiband ku Kongre ji gelek mirov ên jîr û xwedî ezmûn pêk tê. Ku, ji dever ên cuda yên welêt hatin civandin, wan bi xwe re birin û ji hev re gelek agahdarî ên kêrhatî ragihandin. Ku, di dema ku wan bihev re di lêkolîn û nîqaşkirina li ser berjewendî ên rastî ên welatê xwe re derbas bûn, divê ku wan di wê serî de zanînên pir rast bidest xistin. Ku ew biferdî û biazadî û bextewarî a giştî re eleqedar bûn, û ji ber vê yekê meyla wan ji erka wan nekêmtir bû ku tenê tedbîrên waha pêşniyar bikin ku, piştî nîqaşa herî gihîştî, ew birastî jîr û şîret difikirin.

Van û raman ên bi vî rengî wê gavê hîşt ku gel pir xwe bispêre dadwerî û durusti a Kongre ê; û wan şîret ên wan girtin, tevî huner û hewildan ên cûr be cûr ku wan ji vê yekê dûr bixin. Lê heke gel ên bi giştî sedem hebûn ku bawerî a xwe bizilamên wê Kongre ê bînin, yên ku hindik ji wan bitevahî hatine ceribandin an jî bigelemperî hatine nas kirin, hê bêtir sedemek wan heye ku hurmetê bidin dadbar û şîretên kongre ê, ji ber ku baş tê zanîn ku hinek ji endam ên herî binav û deng ên wê kongreyê ku ji wê demê ve ji bo niştimanperwerî û şiyanên xwe hatine ceribandin û bidadwerî hatine pejirandin û di bidestxistina zanyarî ên sîyasî de p'îr bûne, ew jî endam ên vê kongre ê bûn û zanîn û ezmûna xwe ya berhevkirî tê de hilgirtin.

Hêja î gotinê ye ku netenê kongreya yekem, lê her kongreya biserketî û herwaha kongre a derengmayî, hertim bigel re difikire ku bextewarî a Emrîk'e bi Yekîtî a wê ve girêdayî e. Parastin û mayîndekirina wê armanca mezina gel bû di avakirina wê peymanê de, û ew jî armanca mezina plana ku peymanê şîret li wan kiriye ku bipejirînin. Ji ber vê yekê, bi çi rewatî ê, an ji bo çi mebest ên baş, di vê heyama taybetî de hewildan ên hin kesan têne kirin ku girîngîya Yekîtî ê kêm bikin? An jî çima tê pêşniyar kirin ku sisê an jî çar konfederasyon ji yekê çêtir be? Ez di hişê xwe de bawer im ku gel herdem li ser vê mijarê rast fikirîye, û girêdana wana gerdûnî û yekgirtî bi doza Yekîtî ê ve girêdayî sedem ên mezin û giran e, ku ez ê hewl bidim ku di hin gotar ên paşerojê de pêşbixim û rave bikim. Ewên ku fikra cîgirkirina çend konfederasyon ên cihêreng di jûreya plana peymanê de pêş dixin, xuya ye ku bizelalî texmîn dikin ku redkirina wê dê berdewamîya Yekîtî ê bixe xetera herî mezin. Bêguman ew ê wusa be, û ez ji dil dixwazim ku ji hêla her hemwelatîyek baş ve bizelalî were pêş kirin, ku gava ku hilweşîna Yekîtî ê hat, Emrîk'e sedemek hebe ku bigotin ên helbestvan ve biqîre: "OXIR BE! OXIR BE JI HEMÛ MEZINTÎYA ME RE!”

 PUBLIUS.

Jay, J. (1787, October 31) Federalist 2. The Independent Journal. Canan Williams li Inglizîyê wegerandîye li ser Kurmancîyê. https://historicalmenwomenplaces.blogspot.com/2023/08/federalist-no-2-author-john-jay.html

No comments:

Post a Comment

Dîrokî: Halê John Faucettê, K'alkê Alexander Hamiltonê

Alexander Hamilton (1755-1804) Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi ren...