Sunday, February 9, 2025

Daxûyanî: Armanca Federalîst 1

Alexander Hamilton dest bi nîvîsandina kaxiz ên Federalîst e kir bi hevkarên xwe re, John Jay û James Madison ve. Ji bo piştgirî ji destûrek nû re saz bikin û pêş ve bibin. Gotara yekem a Federalîzmê pir bihûrgilî, pir binav û deng û pir bibaldarî hat amade kirin da ku wêneyek pir erênî û pêwîst ji destûra nû bide. Ji ber temaşevan ên xwe, Hamilton di jêhatîbûna xwe a nivîsandinê de û hem jî nêzîkatî a xwe a ji bo pirsgirêka di dest de pir jêhatî bû. Temaşevan ên wî ji kolonî ên berê bûn û h'emû jî xwedî ên mal bûn û mêr bûn û dewlemend bûn û Englo-Sakson bûn û xwendî bûn, ku di nav pergalên damezrandî ên kolonî an de xwedî cîh bûn. Her çend, wî bizelalî li ser rola berjewendî ên taybetî, komên berjewendîxwaz û hewildanên wan ji bo domandina statûkoyê tekez kir jî, stratejî a wî ya sêwirana baş hîşt ku ew li ser xetek pir xweş bimeşe da ku kesek ji xwedî ên axa hêzdar aciz neke. Dema ku masê li ser muxalefetê zivirand û bi hostayî sûcên wan ji wan re vedigerîne jî, ji sûcên êrîşkar û berteng dûr disekine.

Alexander Hamilton (1755-1804)
Federalîst 1 bi eşkeretî destpê dike ku hukmata federala heyî encama qezayek û zorê e; her wiha têkçû. Ew bi hostayî bersivê dide tohmetên ku dibêjin Fedralîst an bixwe xizmeta xwe dikin, di hema demê de biheman tohmetbarî rê li dijkar dixin, bêyî ku bi awayekî eşkere êrîşkar bike. Digel wêneya neyînî a nêrîna dijkarbûne, ew bi jêhatî radixe pêş çavan, zû şaxek zeytûnê ji wan re dirêj dike. Ji Hamilton re, dibe ku van hêzên dijber bi rastî bawer bikin ku ew rast in bêyî ku niyeta xirab hebe ku desthilatdarî ê bigire. Dibe ku ew biqasî meriv ên din baş in, lê di bawerî ên xwe de xelet têne şîrove kirin. Berî ku ew êrîşek bitaktîk li ser alî ên dijber bike, ew girîngî a nehovîtî tekez dike. Hamilton awa ên wan ên pir bi deng, xerab û xîret rexne dike ku raman ên xwe pêş ve bibin da ku yên din veguherînin.

Hamilton vedigere ser armanca xwe a piştî ku, pir hovane, lê bi rêzdarî, li dijberên xwe, taktîkên wan dixist û di navbera taktîk û mebest ên her du alî an de wekheviyê dikişand bêyî ku guhnede ku nîşan bide ku alî ê wî ê nîqaşê ê hêja e. Ew naxwaze dijberên xwe tene bihêle, berevajî vê yekê, ew dixwaze bala wan bikşîne ser pêşniyara xwe. Ew ji wan re zelalî û rastî ê pêşkêş dike. Ew ne li ser wî e; ew li ser tiştên ku ew ji temaşevan ên xwe re pêşkêş dike, hewcedarî û daxwazên wan e. Paşê ew mijar ên ku ew ê bizelalî û rastî pêşkêşî wan bike, rêz dike. Hamilton dûbare dike ku piştî ravekirinên wî ên van mijaran, dê temaşevan ên wî razî bibin, û dê piştgirî bidin doza wî a hêja.

Qerta Sêzdeh Serdest ên Emrîk'e li 1775
 Ew gotinên xwe bihişyariyekê diqedîne: hilweşandina hukmata federala heyî dê bibe sedema karesatekê. Sedema Hamilton a derxistina makezagona nû ew e ku bersivê bide kes ên ku destnîşan dikin ku berê destûrek heyî, û hukmatek federal hebû. Ew diyar dike ku tewra hukmata federala heyî jî di metirsî ê de bû ji ber ku yên ku dibin kul bucaxan da digotin ku piştgirî ji dewlet ên serbixwe an konfederasyonê re berhev bikin jî hebûn. Ew tekez dike ku ev êl ên nû, heke werin damezrandin, dê dawî a wan hemû an be. Di dawî ê de, ew soz dide ku bi gotarek nû vegere ku, bi taybetî, xala wî a paşîn.

Di Federalist 1 de, Hamilton hin êrîşkarîyek li hember muxalefetê nîşan da, hin xweparastin da ku niyeta tevgerê zelal bike û hin dilovanî bigihandina muxalefetê re da ku ji wan re xilazî ê ji bo vir û nebawerî ên wan pêşkêş bike. Ji ber ku Hamilton dibêje ew bawer dike ku evnê din meriv ên baş in. Ev gotar eşkere dike ku çawa her du alî di encama her guhertinek li ser hukmata federal de berjewendîyek mezin hebû. Her alîyek, bimafdarî, alî ê din bidestkeftî ên madî û berjewendî a xwe a li dijî berjewendî a giştî tawanbar kir. Di gotarê de bi kurtî li ser xurtkirina desthilata hukmata federala navendî û yekkirina welatê nû hatî damezrandin ku ji sêzdeh kolonî ên berê pêk dihat, sekinî. Armanca Hamilton ew bû ku qonaxê ji gotar ên pêşeroj re saz bike û tawan ên li dijî Federalîstan paqij bike. Bêguman, ev gotar armanca xwe de serkeftî bû.

Hamilton, A. (1787, October 27) Federalist 1. The Independent Journal. https://zimanemekurdan.blogspot.com/2023/11/federalist-1-ji-hela-alexander-hamilton.html

No comments:

Post a Comment

Dîrokî: Halê John Faucettê, K'alkê Alexander Hamiltonê

Alexander Hamilton (1755-1804) Alexander Hamilton li berê jî niha jî bi nav û dengekê nerindî va tê naskirin û bav û k'alên wî jî bi ren...