Di medyayê da jî û ji devê hukmata heyî da jî li ser xebatkar ên dûr va dixebitin û tele-xebatkar an gelek tişt tên gotin. Wusa tê xuyî gişk mena xebata dûr û tele-xebatê eyne dixebitinîn. Lê kesek nikare li xerkê Emrîke ra binavbike û bêje xebata dûr û tele-xebat çîye û kîjan dadmendên pêdiviyên va rêdibin. Belê, wekê hemû bernameyên hûkmatê xebata dûr û tele-xebat jî pêdiviyên wan hene. Li vî nivîsandinê ez ê li ser ravekirina xebata dûr û tele-xebat û cudahîyên di nava herdan da zelal bikim. Paşê ez ê pêvidiyê û armaca wan raxim pêşîya we axirîye da jî ez ê li ser dadmendî û bêdadmendîya fermana Serok Donald J. Trumpê nîşanê we bikim. Ev pêşniyarek'e ji bo karker ên federal e ku ewna gere vegerin ser karê xwe û heke ewna venegerin ser karê xwe, wî çaxî, dikarin karê xwe berdin. Û ev a hûkmata gelek destvekirî peşnîyar dik'e ku perê 8 meh an bide wan.
Bêdadmendî bibe jî, serokê Dewletên Yekbûyê bi bingehîn di fermana rêveberî ya jêrîn da pêşniyarek ji xebatkar ên federal ra dide. Ewî ferman dide serokên ajans an ra xebata dûr û tele-xebatê bibirînîn. Karolinê paşê got,
Ferman bi tenê emr dide ajans ên federal da ku planekê bikin ji bo xebatkar ên federal ku vegerin li ser karê xwe.
Li eynî xeberdana xwe da Karolineê, peyva xwe ya pêşniyar veguhurand li ser peyva emr. Di çarçoveya vê fermanê da ewna duhev peyv ên gelek cudane.
Di roja sondxarina Serok Trump ji bo bibe serokê Emrîke, 20-te çila 2025 anda, ewî fermana rêvebiriya jêrîn imza kir û emr da serên ajans an xebata dûr û tele-xebat bibirînîn.
Serên hemû departman an û ajans an li bin milên hûkmatê, zûturkî, hemû gavên lazim hildin ku xebata dûr bibirînîn û mecbûr bikin xebatkar bizvirin ser karê xwe li dayrê xwe. Heke lazim be, ser ên departman û ajans an dikarin hinekar an bihêl bikin.
Bi eşkeretî, ev fermanekê ji Serokê Emrîke li serên ajans an ra şand ku bernameyên xwebata dûr û tele-xebat an bibirînîn. Du roj an şûnda, 22-yê çila 2025 anda, Dayra Revêberîya Xebatkaran (OPM) memorandumek derxist. Piştî pêşkêşkirina sedem ên Serok Trump ji bo betalkirina vê bernameyê dema ku ji bo rewakirina dadmendbûna vê fermanê serî li eyne dadmendê dide. Ji bo hemû ajans an xebatkar ên dûr û tele-xebatkar an bînîn li dayrê bixebitînîn, OPM-ê rênîşan da kîjan gav an hildin . Emr ev bû ku ajans an van gav ên gotî gere pêşîya 25 çila 2025 pêk bînîn. Bandora karê li ser avahîyên vala û li ser aborî û bûdceya hûkmatê sedema serwerî bû ku xebatkar bizvirin dayra xwe. Sekretera çapemendîyê jî ev xala axaftinê bi karanî. Ev xala axaftinê ji raporekê di 15ê çila, 2025 da bi sernavê, Ceyran Vekîrîne Her Kes Li Malê Xwe ne; Çima Rêvebiriya Nû Dê Têkeve Dayrên Dezgeha Federal ên vala. Ev rapor ji aliyê Komîteya Çavdêrî û Çaksaziya Hûkmatê va hatîye weşandin.
Di memoranduma OPM'ê de ev daxuyaniya jêrîn hat gotin û vê rapora 15'ê Çileyê xebitandin:
Xebata dûr û tele-xebatê bêsînor xizmet ên hûkmatê hê berê nerindtir kir û ku pewîstîya xebatkar an û ser sekinandinê wan zorkir.
Lêbelê, ser kirina xebata dûr û tele-xebatê li vî raporê di derbarê hîreta xebatkarên nerind û encam ên wan da tiştek nerind nehatîye dîtin. Lê li vî raporê da tiştekê jêrînê bêbingeh hatîyê gotin:
Xebatkar ên hûkmata federal malên xwe rûdiniştin ser da perê xwe distandin dema gelê Emrîk'e diçûne karê xwe û bizor û zehmet xarin distandin û bin giranîya deyn ên mezinê bienfîlayonê da diherçikîn.
Lêbelê, komîteyê ne delîlekê peyda kir ku piştgirîye bidin gotinên xwe, hemî xebatkarên federal bêxebat pere distandin û ne jî bandorek nerindîya xebata dûr û tele-xebat li ser armanc ên ajans ên li seranserê hukûmeta federal da nîşan kirin. Van gotin ên di heman demê de birapora OPM-ê Dadmend 2023-an da ji kongreyê şandin bi sernavê, Rewşa Tele-xebat di Hûkmeta Federal da li der qet tiştekê wuha nîşan nekirin.
Qedexeyên KOVÎD-19 di Adara 2020-an da destpê kir û bi fermî di Gulana 2023-de hilas bû. Sê salan zêdetir hûkmata Federal di binê tele-xebatê da xebitî. Ev ji demek zêdetir e ku meriv encamek bi wate yî xebata dûr û tele-xebat bipîvîne û beşdariyên wan an jî nerind bûna wê, di vê raporê de were bikaranîn. Heke fermî nebe jî, wî çaxî di warê pratîkê da; bandora wê ji aliyê gelê Emrîkê va yên ku van xizmet ên werdigirin bihata zanîn. Ji ber vê komîtê dikaribû van mînakan nîşan bikira, heke mînak hebûna.
Xebata dûr çîye? Li gorî Dadmenda Giştî ya Hejmar 111-292, Dadmendîya Zêdekirina Tele-xebata 2010, ku di 9 Kanûn 2010 da bû dadmend:
Di ware tele-xebat lihevhatinekê nermbûna xebatê ye dibêje di bin wê hevhatinê da şixul ên xwe xebatkar pêk tîne û berpirsiyariyên karê xebatkaran wuha, û çalakiyên din ên destûrdar, ji kargehek pejirandî ya din ji cihê xebatkar dê li wê bixebite.
Yekê din jî Textê Xebatkarên Bêtir (PB) 20-06, dadmenda xebata dûr departmanê, xebata dûr waha binavdike.
Lihevhatinek li ser xebatkarek tê plan kirin ku di hundurê herema cîhê da kar bike an li devra qada herêmê ajansê, dûbare ji cîhê xebatê ajansê re rapor bike. Ji bo xebata dûr, cîhê xebata dûr a pejirandî qereqola peywira fermî ya xebatkar ên ji bo heqê pere-bingeha cîh, heke ew cîh mala wan be jî.
Xebatkarek û çavdêra xwe va forma fermî ya hûkmatê îmza dikin (DD 2946, Peymana Tele-xebatê) ku hêviyên xwe û şert ên peymana tele-xebatê diyar bikin. Heke di xebatkar li gorî hêvîyan ra tevnegere, çavdêr dikare peymanê betal bike. Her xebatkarek dikare xebata dûr an jî tele-xebatê peşnîyar bike lê di dawiyê de bi tenê çavdêr dikarin peşnîyaran bipejirînin an jî red bike. Tê payîn ku çavdêr biryarên xwe li gorî hewcedariyên xebatê yên rêxistinê bidin. Di heman demê de çavdêr jî xwediyê desthilatdariya betalkirina peymana xebata dûr e heke ew ji xebata hilberkirî ya xebatkarê razî nebin an jî hewcedariyên xebatê were guhurandin. Xala dadmendî ye, ev rêkeftin bi tenê li navbera xebatkarek û çavdêrê wî da ye.
Xebata dûr dihêle xebatkarek ku li dûrî herêma kar bixebite, ku rêdide ajans ên federal ku karkerên jêhatî li seranserê Dewletên Yekbûyî bêdayîna heqê tevgera wan, tişt ên malê, an rêwîtiya xwe bidin xebitandin. Ev di heman demê de ji bo hûkmeta federal amûrek e ku bikar bîne da ku jêhatî li seranserê welat bi awayek lêçûn bi kar bîne. Karkerên federal xebatkarên gelemperî ne, ji ber vê yekê ew perên ku bi sektora taybet re li gorî barê xebata wan têne berhev kirin wernagirin. Bitaybetî, ji bo kar ên yên ku asta perwerdehiya bilind hewce dike û karê profesyonel ji ber meaşê kêm anîna mirov an zehmetir e. Bi vî rengî nexşeya maqûl dikare ewnên jêhatî bikişîne.
Helwest ên karker ên dûr di Pergala Xebatkarên û Meaşê Federal (FPPS) de têne kod kirin. Vebijarkên Xebatkarên Dûr Tele-xebat wuha ne:
1- Na
2- Cihê Erkê Mala Xebatkar e
3 - Cihê Erkê hûkmatek e Dayrê
Vebijêrk 1 tê vê wateyê ku karê xebatkar ji bo tele-xebatê nîne. Xebatkar herroj ji karê xwe re radigihîne. Vebijêrk 2, Cihê peywirê xaniyê xebatkar e ku tê vê wateyê ku xebatkar ji xebatê dûr ve tê destûr kirin. Vebijêrk 3 ji bo xebatkar ên ku ji bo xebatê radigihînin lê dikarin li ser bingeha destûrdarîya kar ên xwe bi tele-xebatê bixebitin. Wekî ku pêşîye hate gotin, xebata dûr û tele-xebat duhev vebijark ên cuda ne. Tele-xebat bi gelemperî ji piraniya xebatkar ên federal ra peyda dibe ku kar ên îdarî- li ser masê dixebitin û bi rêkûpêk ji dayrê xwe ra rapor dikin. Lêbelê, wan vebijarkek tele-xebata birêkûpêk an tele-xebat ad hoc (rewş) heye. Mîna xebata dûr kar ên ji hêla nûnerên çavkaniyên mirovî ve li ser bingeha guncanbûna kar ên wan ji bo tele-xebata birêkûpêk an rewşek têne kod kirin.
Tele-xebata asayî çî ye? Tele-xebat bi rêkûpêk dihêle ku xebatek rojek dudu an jî sisê yan li nav heftekê hilbijêrin da ku bi rêkûpêk li cîhek karek alternatîf (bi gelemperî li malê) bixebite. Gere her heftê eynî roj be. Mînak, her sêşem xebatkar X li mala xwe dixebite an jî her sêşem û pêncşem xebatkar X li mala xwe dixebite.
Tele-xebat li ser hal destûrê dide xebatkarek ku li gorî rewşê ji dûr va bixebite. Xebatkar X ji çavdêrê xwe dipirse gelo dikare roja Duşemê tele-xebatê bixebite û çavdêre wî yekê dipejirîne. Di tele-xebata rewşê de, her car ku xebatkar ji tele-xebatê dixwaze, destûrnameyek ji hêla çavdêr ve tê xwestin. Van vebijarkan ne li gorî hewcedariyên xebatkarê ne lê li ser bingeha hewcedariyên kare û hewcedariyên xebitandinê yên wan kar in. Betalkirina tele-xebatkarek birêkûpêk dibe ku hin bandorek li ser bernameya rojane ya xebatkare hebe. Xebatkar bimecbûrî seetên lênêherina zarokan xwe biguhurîne, civîna hekîm, hwd. Ev wekî verastkirinek kêm xeternak tê dîtin. Lêbelê, OPM ji ajans an re şîret dike ku xebata dûr ve tenê piştî lênihêrîna baldar were dayîn, nemaze heke xebatkarek li devrayê heremê dijî, ji ber bandorên mezin ên gengaz ên bidawîkirina xebata dûr li ser xebatkar û ajansê hebe.
Di cewherê xwe da tele-xebat ji bo xizmeta berjewendîya hûkmatê hatîye çêkirin û di demên krîzê de drav hilînin û pê ewle bibin ku xebatkarên federal hin jî di dema krîzê de dixebitin an KOVID-19-dan an jî tiştek din be. Pêdivîyê ku xebatkar li malê hin şert û mercan saz bikin da ku ji bo xebata dûr an jî tele-xebatê qebûl bike. Wexta xebatê, xebatkar nikarin zarokên xwe an jî malbatên xwe yê din binhêrin. Xebatkar mecbûre ku bixebite û telefona binhêrin, têkevin civînê, hwd., li seetên (0700-1630). Di Erkên û berpirsiyariyên xebatkarên dûr û tele-xebatkaran xilas nabe waxta ewna li mala xwe dixebite. Karê wan jê re berpirsiyar e hin jî li gorî hewcedariyên saziyan bi têrkerî biqedînîn. Xebatkar ên dûr ve bi heman standardan têne girtin wekî heval ên xwe yên ku di dayrê da dixebitin. Nirxandin ên wan ji hêla çavdêrên wan û çavdêrên rêza diduyan va hersal û jî nîvsal mîna hevkarên wan têne vekolîn. Peşîya destpêkirina pêvajoya peymana tele-xebatê perwerdehiyek heye ku him xebatkar him jî çavdêr biqedînîn. Dibe ku ajans ên takekesî li ser bingeha armanc ên xwe nêzîkatîyên xebata dûr û tele-xebat hebin, lê rêwerzên gelemperî ji bo hemû ajans an têne sepandin.
Ev nayê vê wateyê ku xebata dûr û tele-xebat bêkêmasîne û xebatkarên dûr û tele-xebat bi bandorî dixebitin. Ewnên hînbûne bi mirov ên din va li dayrê bi hev ra bixebitin ji wan ra astengîyan çêdibe. Yêk dikare pêwendîya bandorker bandor bike heke hinek naxwazin di dema kar da amade bin an jî telefona xwe vekin û hwd. Lêbelê, ji ber ku gelek ajans ên federal ajans ên mezin in. Bi hezaran xebatkarên wan li seranserê Dewletên Yekbûyî bela bûne, bixwazin jî û nexwazin jî xebatkar neçar in ku ji xebata dûr ve bi hevkaran xwe re bixebitin. Li gorî OPM-ê, piraniya xebatkaran têle-xebatkaran ragihandin ku dema ku ji xebata dûr va an ji tele-xebat va dixebitin bêtir kar dikin.
Xebata dûr nû ye? Birastî, dîroka xebata dûr li Dewlet ên Yekbûyî hetta 1934-an diçe. Li gorî Wendell Joice di 1934-an da:
Dema ku Rêvebiriya Yekîtiya Krediyê ya Neteweyî (NCUA) Buroya Yekîtiya Krediyê ya Federal bû, lêkolînerên sendîkaya krediyê muayeneyên xwe li malperên sendîka krediyê kirin û dû ra raporên xwe li malê temam kirin. Ne NCUA û ne jî selefê wê cîhê nivîsgehê ji bo lêkolînerên sendîkaya krediyê peyda nekir. Bê pir dengbêjiyê, NCUA ji bo çavdêrên xwe bernameyek kar-li-malê bicîh kir ku hê jî bi serfirazî dixebitin.
Pêşveçûna telexebatê di salên 70, 80, 90, 2000-anda berdewam kir lê hetta piştî 9/11 nebû, birastî, di sala 2010-an da ku ew bi Dadmendî Zêdekirina Tele-xebata 2010-an va bû dadmendekê.
KOVÎD-19-de di xebata dûr de bû sedema ketina herî mezin. Li gorî OPM, berî Adara 2020-an tenê ji %3 hêza kar a federal bi tele-xebatê dikir. Em nizanin ku yek ji 3% hinek karkerên rastî xebatkar ên dûr bûn an na. Lêbelê, li ber çavan, tenê 39% ji hemî xebatkar ên federal di sala 2019-an da ji bo tele-xebatê dikari bûn bikin, bêguman ku xebatkarên dûr ve beşek mezin ji 3% bûn. Di Tîrmeha 2021-da, hejmara tele-xebatkarên gîhîşt %60î. Her çend hejmara rastîn a xebatkar ên dûr di nav 60% têle- xebarkarên di Tîrmeha 2021-an da ne diyar e, hin ji wan bêguman xebatkar ên dûr bûn. OPM daneyên ji ajans an li ser mîqdar û hilberîna xebatkar ên dûr kom kir:
Di nav 69 ajans ên ku dikarin daneyên xebata dûr li sala malî ya 2023-an bidin, 186,397 karker hene an jî bi qasî 7% ji hêza kar a Federal, di sala darayî ya 2023 da xebarkar ên dûr bûn.
Nirx û daneyên li ser hilberîneriyê ji ajansên ji bo dûr ve hatî peyda kirin û tele-xebat tu nîşanek pirsgirêkên xîretê û / an kêmbûna hilberînê nîşan neda. Bi vî rengî ji 40% ê xebatkarên federal ragihandin ku herro dixebitin û %53 ê hêza kar a federal di dema KOVÎD 19 de herî kêm 2 rojên hefteyê ji dayrê da radigihînin. Dikare were gotin cîhê dayra kar ên kuderêbe jî karkeran di kar dihate kirin.
Ji ber Dadmendîya Pêşveçûna Tele-xebata 2010, di dema KOVÎD 19 de ajans ên hûkmata federal wekî peşîya KOVÎD 19 bi rêkûpêk xebitîn. Di destpêkirina ji bo wan ajans ên ku peşîya KOVÎD -19 tele-xebat bikar nedianîn, di destpêkirinê de piçek tekezebûn lê paşê xwe piçekî jê ra bikaranî, telexebat xebitî. Kesekê ji meaşe xwe ya ewlehiya civakî wunda nekir, tu kesî ji ber pirsgirêkên derman/dermanberî civînên doxtorê xwe wunda nekir, û/an jî berjewendîyên xwe yên dêrîn wunda kirin. Tevî hestên neyînî yên derbarê vekişandina ji Afganistanê de, ev di dema KOVÎD-19 de bi serfirazî hate kirin, dagirkirina Ukrayna û hwd. Hûkmata federal rawestîya û karê pêwîst kir. Ev hemî ji ber fesalê xebata dûr û tele-xebat bû. Vê yekê di dema girtina dayrê da ji ber KOVÎD-19 bi mîlyaran dolar topkir. Armanca pir tele-xebatê di dema KOVÎD-19 de hate bidestxistin.
Girîng e ku were gotin ku leşkerên yekgirtî jî xebatkarên federal in û wan jî dibin heman dadmendîyên de vebijarkên xebata dûr û tele-xebat û kar bikaranîn. Gelo tu kêmasî bi endamên leşkerî re hebûn, di nav de cerdevan û rezervên ku bi fermana erkê çalak hatibûn birin û di dema erka xwe da hemû perê xwe standin? Dê di derheqê endamên leşkerên ku dema ku li malê rûdiniştin perê xwe distandin yê ser wî jî xeberdanek hebe?
Her çend ew xebatkarên sektora taybet rasterast ji hûkmata Federal ra xizmetê nadin, peymankar xebatkarên sektora taybet in, û binê Dadmendî Pêşveçûna Telexebatê ya 2010-an de nînin, dîsa jî ew di dema KOVÎD-19-da ji xebata dûr ve û ji tele-xebat ve dixebitîn û hê hê jî ji xebata dûr û telexebat va berdewam dikin li ser peymanên hûkmatê. Peymandar ji bo peydakirina karûbarek diyar têne girtin û gelek ji wan kar ên maseya îdarî jî peyda dikin. Bi gelemperî, peymankar sîvîl û leşker an dudu an jî sisê katan zedêter pera distînîn. Dê di derheqê malê rûştandin û pera standina wan da xeberdanekê hebe?
Daxuyanîya OPM-ê Dadmendîya Zêdekirina Telexebat 2010-anda destnîşan kir da ku rêwerznameya Serok Trump ya ji bo betalkirina peyman ên xebata dûr û tele-xebat bixe. Zehmet e ku meriv bi zelalî tiliya xwe dayne ser kîjan beşek ji Dadmendîya Pêşvebirina Telexebata 2010-anda destûr dide serokekê ku fermana betalkirina hemî peymanên telexebatê li hemî ajansan bide ji bilî hin îstîsnayan.
Serok Trump desthilatdariya xwe derbas kir û hewl da ku zagonek heyî derbas bike? Weke ku sekreterê çapameniyê gotîye, fermana wî li nav çarçoveya dadmendîyê da bû? Weke ku medya dibêje em di qeyraneke pirsgirekekê dadmendî va derbas dibin? Ev pirsgirêkên dadmendî yên cidî ne û tenê ji hêla pisporên dadmendî û pergalê va têne bersivandin. Lêbelê, welatiyên normal dikarin paralelan derxînin û bigihîjin encamê di navbera ferman û dadmenda heyî de nerindîyek girîng hebe. Zagona heyî ji bo zêdekirin, teşwîqkirin û çêkirina xebata dûr û telexebatê herek sereke hate çêkirin da ku di dema krîzê de bi afirandina cîhek karek alternatîf pera biqedîne. Berevajî vê, fermana emrê hemûyan betal dike. Dadmendê heyî azadîyê dide saziyan ku biryarên xwe di heyamekê de li ser bingeha hewcedariyên xebitandinê bidin, lê ferman ji nişka ve ferman dide sekinandina xebata dûr bê lêkolîn, lêkolîn an vedîtinên watedar ji bo hemî saziyan bi rengekî bêserûber. Dadmendîya heyî desthilata biryardanê dide serokên dezgeh û çavdêrên takekesî; fermana cîbicîkar karîna saziyan distîne ku di derbarê xebatkar ên xwe de biryarê bidin û wekî berfirehkirina serkeftina armanca xwe. Nîşanek girîng heye ku ferman ne li gorî dadmendî ye, lê wekî ku berî vekolîna dadmendî hatî destnîşan kirin hewce ye.
Dê dozek ji xebata dûr û an jî tele-xebatkarek li dijwarê rêveberiyê hebe?
Metel ên we çîye? Ji kerema xwe pirs û metelên xwe jêre parevekin û ji kerema xwe li vê videoyê h'ez bikin û bişopînin.
WBNS 10TV. (January 29, 2025). Federal employee buyouts: White House pushes back on suggestion that buyouts are 'a purge.' Youtube. https://www.youtube.com/watch?v=714gl-FS7W4
Further Personnel Bulletin (PB) 20-06, Departmental Remote Work Policy, (2023, September 20) U.S. Department of the Interior. https://edit.doi.gov/document-library/human-resources-policy/pb-20-06-departmental-remote-work-policy
Guidance on Presidential Memorandum Return to In-Person Work.(2025, January 22) Office of Personnel Management (OPM) https://www.opm.gov/media/q0tbu2eq/guidance-on-presidential-memorandum-return-to-in-person-work.pdf
How To Code A Remote Worker in The Federal Personnel and Payroll System (FPPS); U.S Department of The Interior. https://www.doi.gov/sites/doi.gov/files/coding-remote-work-in-fpps-final.pdf
Joice, W. (2000) The Evalution of Telework in the Federal Government; Office of Governmentwide Policy U.S. General Services Administration. https://rosap.ntl.bts.gov/view/dot/14140
Return to In-Person Work (2025, January 20). The White House, https://www.whitehouse.gov/presidential-actions/2025/01/return-to-in-person-work/
Status of Telework in the Federal Government Report to Congress (Dec 2023), Office of Personnel Management (OPM) https://www.opm.gov/telework/documents-for-telework/2023-report-to-congress.pdf
The Lights Are on But Everyone is Home; Why The New Administration Will Enter Largely Vacant Federal Agency Offices (2025, January 15) The House Committee on Oversight and Government Reform Majority Staff. https://oversight.house.gov/wp-content/uploads/2025/01/011525_Telework-Staff-Report_FINAL.pdf
No comments:
Post a Comment